Dosya

Bandora hilbijartina li ser pirsa Kurd wê xirap be

Mesud Tek li ser navê Partiya Sosyalist a Kurdistanê bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Encameka dinê ya hilbijartinê ev e ku, rêç û rêbaza îttîfak bûye beşek di proseya hilbijartinê da. Ji bona vê yêkê li Bakurê Kurdistanê partiyên Kurdistanî vê rewşê li ber çav bigrin, şirove bikin û xwe bona qonaxa nû amade bikin. Pirs: Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Bersiv: Ya rastî min pêşbînî nedikir ku, Erdoxan di gera yêkan da bibe Serokkomar. Her usa min pêşbînî nedikir ku, partiya regezperest û faşîst MHP li Kurdistana Bakurê evqas dengan bistîne.Yek encama hilbijartinê ku, her usa bandora xwe di ser pêşerojê jî datîne, di warê bi rêva birinê da Tirkiyê ketiye qonaxa nû û sîstema serokatiyê destpêkir.Encameka dinê ya hilbijartinê ev e ku, rêç û rêbaza îttîfak bûye beşek di proseya hilbijartinê da. Ji bona vê yêkê li Bakurê Kurdistanê partiyên Kurdistanî vê rewşê li ber çav bigrin, şirove bikin û xwe bona qonaxa nû amade bikin.Encama herî giring ya hilbijartinê eve ku, sîstema yekperestiyê dewletê ku, li ser “senteza Tirk-Musluman” hatiye ava kirin, serketiye. Wateya vê yekê ev e ku, siyaseta tundûtijî û pêpeşkirina maf û azadiyan wê her berdewam be.Pirs:  Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Bersiv: Bi gor bîr û baweriya min bandora hilbijartina li ser pirsa Kurd wê xirap be. Ji ber ku herwekî min li jorê jî got, siyaseta fermî ya dewletê serketiye ku, siyaseta hane li ser înkar û asîmîlekirina pêkhateyên olî û netewî hatiye ava kirin û bona çareserkirina pirsa çivakî, bi taybetî pirsa Kurd, tundûtijiyê bi kar aniye.Encama hilbijartinê her usa nîşan dide ku, AKP bûye dîl û hêsîrê MHP. Bona vê yêkê, bi min li Bakurê  Kurdistanê tundûtijiyê wê zêdetir be û heya heyamek em nikarin behsa pêvajoya nû bikin.Pirs:  Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Bersiv: HDP partiye sisêyan e ku, di Meclîsê da cî digre û rol û bandora Meclîsê di proseya çareserkirina pirsa Kurd da girîng e. Bona vê yêkê HDP dikare di vî warê da roleka êrenî bileyze.Lê belê kar û halwesta HDP ya berê rêgir e ku, meriv di vê mijarê da xweşbîn be. Hêvîdar im HPD ji kêmasî û xeletiyên siyasî yên berê ders wergirtî be û dubare nake.Lê belê divê ji bîra me neçê ku, sedema bingehîn a çaresernekirina pirsa Kurd, serneketina “pêvajoya çareseriyê”, ku di nava Îmrali û Dewletê da dihat birêva birinê ne HDP ye û her usa kêm an zêde erkê hemû partiyan e ku, bona çareserkirina pirsa Kurd bi rêka diyalog kar û xebatê bikin, halwest bigrin.

Back to top button