Cîhan

Balyozxana Amerîka dan ber roketa

 

Li gora nûçeya Elsomerîye News vî jêderê polîsan daye nîşandan, ku ev roketên han ji alîyê taxa Sedir a nava Baxdayê ve bi ser devera kesk û balyozxaneya Amerîka de barîyan.

Piştî gurmên û hurmêna van roketan , firokeyên Amerîka bi ser devera kesk de geriyan û li cihên ketina roketan hatin xwarê.
Di tîrmeha derbasbûyî jî de roket bi ser balyozxaneya Amerîka û devera keska Baxdayê de barî bûn û hîngê, sê kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneya Brîtaniya, koşka kongreyan û gelek avahîyên giringên hukûmeta Iraqê jî, li devera keska Baxdayê ne û car caran ev devera han dibe armanca roketan.

Back to top button