Polîtîk

Balyozê Amerîka behsa stratejiya welatê xwe ji serok re kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên nû yên li ser asta herêmî û navdewletî guftûgo kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê stratejiya welatê xwe ya di derbarê wêstgeha dawî ya şerê Da’îş û yarmetîdana koçber û pêkhatên Iraqê û her wiha guhertinên herêmî ji bo Serok Barzanî xisterû û balkişand li ser rola bi bandor ya Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê li parastina pêkhat û koçberên Iraqê li şerê terorîstên Da’îş.Li beşekî dinê vê civînê de di derbarê Iraqa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû û hevkêşeyên li nav Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girînge bernameya hikûmeta paşarojê ya Iraqê ye û her wiha pabendbûna aliyan bi sê prensîpên hevbeşê li hukimdarî û tewafuq li yasadanan û hevsengî li damezraweyan ewlewiyeta serekiye û tekez li wê yekê jî kir ku ber çav girtina wan sê prensîpan dibê sedema çareserkirina gelek ji kêşeyan. 
Back to top button