Polîtîk

Balo:Em bi merc pertolê rêkin derve

Şîretkarê wezareta samanên suriştî yê hukûmeta herêma Kurdistanê Elî Bello ragihand, ku dê hukûmeta herêma kurdistanê bi merc (bi şert) rojane150.000 bermîlên petrolê bişîne derve.

Hukûmeta Iraqê daxwaz ji hukûmeta herêma Kurdistanê kirîbû, ku divê ew rojane 150.000 bermîlên petrolê derbixe derve.
Elî Belo got, ku divê hukûmeta Iraqê daxwazên kurdan pêk bihîne, heta ku hukûmeta herêma Kurdistanê jî vê daxwaza hukumeta Iraqê bi cih bihîne.
Belo ji rojnameya ElşerqElewset re da xuyakirin, ku yek ji bendên qanûna budceya Iraqê ew e, ku divê  herêma Kurdistanê rojane 150.000 bermîlên petrolê bişîne derve.

Elî Belo got: Petrola li Kurdistanê ji aliyê hinek şirketin biyanîve jî hatine derxistin. Ji bo vê divê ev şirketên biyanî jî di nav vê prosesêdebin .Herweha divê pereyên van şirketan ji aliyê hukumeta Iraqê ve bête dayîn.

Herweha Bello da xuyakirin ku, heta niha jî di derbarê van pirsên petrolê û gazê de, tu qanûnên bingehîn tuneye. Evy ek bi xwe dibe sedemê probleman di navbera hukumeta Iraqê û ya Kurdistanê de.

Back to top button