Kultur

Bajarê Mêrdînê ji çewtîyeke dîrokî' rizgar bû

Her sal di 21ê Çiriya Paşînê de li Mêrdînê ji alîyê ‘dagirkeran’ ve şahîyên ‘rizgarî’yê dihatine çêkirin.
Li gorî çîroka ‘dagirkeran’ berîya 69 salan Mistefa Kemalî hatiye Mêrdînê û Mêrdînê ji bin destê ‘dijminan’ rizgar kiriye.
Lê do rastîya mijara ‘rizgarbûyînê’ derket holê…

Di rastîya xwe de tukes bajarê Kurdistanê yê qedîm û dîrokî Mêrdînê ‘dagir’ nekiriye.
Mistefa Kemalî jî nehatiye bajêr û bajêr ‘rizgar’ nekiriye, bi tenê gava ku di hundirê trêne de ye û ji dora Mêrdînê derbas bûye, qedeheke dewê Mêrdînîyan vexwarîye û çûye…

Bi vê navgînê careke din virrektîya ‘tirkan’ hate tescîlkirin.

Û derket holê ku,
Mêrdîn bajarê Kurdan bû û Kurd nehiştine tukes bikeve hundirê bajêr.
Hêja jî Mêrdîn bajarê kurdan e û dê wisa jî bimîne…

Bîrbir Birûsk Aryan – [email protected]/Rojevakurd.com
13.11.2010 / Mêrdîn

Back to top button