Civak

Azadiya jina kurd serxwebûna welatê me ve girêdaye

Keçên Tevgera Ciwanên Kurdistanê roja jina pîroz dikin. Keç û jinên tevgerê dibêjin: Di vê têkoşînê de rêya me jinên Kurdan pêşiyê ji serxwebûna welatê me derbas dibe. ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CIHANÊ PÎROZ BE…Di encama ked û berxwedana jinên kedkar, me vê rojê bi dest xist. Lê armanca me ew e ku em jî asta vê têkoşînê bilind bikin û jîyana xwe bi dest bixin. Rêya vê jî ji wekhevî û azadiyê derbas dibe.Ev têkoşîn, a hemû jinên kedkar ên cihanê ye. Lê şert û mercên jinan û jîyanê li gor welat û herêman diguhere. Di vê têkoşînê de rêya me jinên Kurdan pêşiyê ji serxwebûna welatê me derbas dibe. Ji ber ku em ji xeynî nasnameya xwe ya jinê, di heman demê de bi nasnameya xwe ya Kurdbûnê jî bindestin.

Bi van hêst û ramanan em di serî de yên jinên kedkar û têkoşer ên Kudistanê roja hemû jinên kedkar ên cihanê pîroz dikin.Endamên Jin ên Tevgera Ciwanên Kurdistanê08.03.2017
Back to top button