Hevpeyvîn

Azadî nabê babetê bazariyê

Eve demeke Abdurrahman Kurt li Diyarbekir e û di nav xelkê de behsa pirsa referandumê dike. Internetxeber, li gel Kurt hevpeyvînek kir.

 Deverek ku BDP lê gelek bi hêz Diyarbekir e, Bandora biryara boykotê çîye?

Kurt: Rastî bandore boykotê ne geleke.Ji xwe biryara boykotê cih negirt. Di herêmê de, xelk naxwazin azadî bibe babeta bazariyê. Daxwaziyên mirov çêdibin, lê mirov vê nikare li himber guhertinên ji bo azadiyê bîne rojevê. Guhertinên di destûrê de çêdibin wê berjewendiyên xelkê herêmê jî  lê hebin. Divê agirbest bi tu mercekî ve neyê girêdan. Dema mirov aşitiyê bi agirbestê ve girêbide li vêderê ne samimiyetek pêyda dibe.

 Li gora we biryara boykotê, bandore xwe li xelkê nake?
Kurt:
Ez ne bawerim boykot zêde bi keyfa xelkê herêmê be. Lê hun mirova bitirsînin û bayek terorî ser wan de bibin wê, encamp bêtê standin. Lê eger herkes bi azadî dengê xwe bide, li vê derê tiştek ji erê zêdetir nabe. Ez dikarim bi hesanî bêjim ku ev biryara BDP-ê di nav bingehê wan bi xwe de jî ne rihetiyek peyda kiriye.

Hun biryara agirbestê çewe dinirxînin? Xelkê herêmê çewe vê dibîne?

Kurt: Ez wek kesayet gelekî erênî dibînim. Di herêmê de jî gelek erênî tê dîtin. Rojek bê jî karneanîna çekan tiştek başe. Lê agirbest bi hinek mercan ve bê gêrêdan çewte.

 Di çerçova agirbestê de, daxistina  baraja hilbijartina ji %10-ê, û berdana  kesên ku di çerçova doza KCK-ê de hatîn girtin dê çewebe?

Kurt: Pirsa KCK-ê pirsek ya dadweriyê ye. Wek kesayet ez jî dixwazim ku, serokên şeredariya negirtîbin, lê dozek hebe bila bêne dadgehkirin. Lê eger KCK rêxistinek îlegal be, lê vê derê mirov nikare midaxeleya prosesa dadweriyê bike. Pirsa daxistina barajê mirov dikare li ser xeber bide, lê niha amadebûyin jê vê yekê re bêne kirin, gihandina wê heta hilbijartinan ne hesaniye.

Tê gotin ku li gel PKK-ê hinek pêwendî çêbûne, ev çiye?
Kurt:
Dewlet li gel wa hevdîtin kirine ne kirine ez nizanim.Lê hukumet rexistinên legal re rûdine. Rolê Ocalan di derbarê xilas kirina tundiyê de nayê pişguh kirin. Lê hukumet bi xwe nakeve di nav prosesek bi vî awayî de. Ez helwesta dewletê nizanim, lê mirov pirsa kurd hemiyê hinek tiştan ve girê bide ev jî ne raste.

 Demek kurt maye ji referandumê re, li gora we dê Diyarbekir çewebe?
 Ez henekan nakim. Heta niha min kesek nedît ku bêje na. Li vê derê insanan bedelên giran dane. Kesek tu maneyekî nade biryara boykotê.Yanî li kolanan xelk boykotê gelekî nabînin. Xelkê herêmê ji şidetê û şer bê zar bûye.

Bangek we ji bo BDP-ê heye?

 Milet jî dixwazê ku BDP-ê ji dev siyaseta xwe ya bi înad berdê. Divê BDP bibe beşek ji çareseriyê, qonaxek dîrokiye, mecala ku siyasetek bi akilana bête kirin heye, bila BDP vê yekê bike

 

Back to top button