Polîtîk

Ayata: Min daxwaziyên leşkera gihand Ocalan

Her roj di derbarê pêwendiyên di navbera PKK-ê û leşkeran de tiştek tê eşkere kirin.  Ya herî girîng jî ev pêwendî ji aliyên berpirsên PKK-ê yên xwedî desthilat ve tên ragihandin. Ji xwe gelek kes van pêwendiyan dizanin û bi awayekî behsa cureyên pêwendiyên di navbera leşkera û PKK-ê re dikin. Lê dema berpirsek yê PKK-ê van pêwendiyan eşkere bike wateyek taybetî di van ragihandinan de heye.

Herî dawî ji berpirsên PKK-ê Muzafer Ayata li gel rojnameyek Tirk hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê de, Ayata dibêje ku, dema Ocalan ji Surî derketî, pêwendiyek bi rêya wî û Sabrî Ok li gel Ocalan çêbû. Ocalan di çerçova li hevhatinekî li gel leşkeran ji Surî derket.

Hevpeyvîna ku Muzafer Ayata li gel kovara Tempo kirî, gelek berfireh behsa  dema  xwe ya zindanê dike û her weha çewe di zindanê de li ser daxwaziya leşkeran li gel Ocalan pêwendî danîne û daxwaziyên lêşkera ji Ocalan re û yên Ocalan ji leşkeran re gotine.

Li gora ku Ayata dibêje, parêzer Selim Okçuoglu li ser navê leşkera di zindanê de Ayata û Ok dîtine û daxwaziyên leşkeran gihandina wan û wan jî gihandine Ocalan. Piştî Ocalan ji Surî derketî navê parêzer Selim Okçûoglu wek kesê ku di navbera PKK û leşkeran de tê û diçe gelek derbad dibûya.

Back to top button