Nivîsar

Axaftina Ahmet Turk û pîvana exlaqê siyasî!

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ketiye pêvajoya hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye. Di van hilbijartinan de gelek hevkarî û Tifaqên siyasî tene kirin û her aliyek siyasî ji bo bê desthilatê bazara dike û hewldide aliye xwe bi hêz bike.

Li vê dereli gora rojeva heyîcû taybeti ji bo Kurda du babet derdikevin pêş. Yek ji wan awayê tifaqa û hevkariyên di navbera aliyên siyasî re tê kirin e.

Her Tifaqa hatî kirin de, aliyên siyasî li ser hinek prensîba li hev dikin û protokolên li hevhatina xwe ji Raya Giştî re eşkere dikin. Qenc yan jî xirab xelkek rexna dike û behsa naveroka van protoklên Tifaqa dike.

Lê dema Tifaq nehînî tê kirin , bivê nevê mirov gelek bi şik li Tifaqê dinêre. Gelo van aliyan li ser çi li hevkirine û ji bo çi nikarin naveroka li hevhatina xwe ji bo Raya Giştî eşkere bikin.? Madem hun du aliyên siyasîne û we li hevkiriye, ji bo çi naveroka li hevhatina xwe nikarin eşkere bikin. Ev tê wateya ku hun newêrin behsa naveroka li hevhatina xwe bikin.

Tifaqî yan jî li havhatinek di navbera CHPê û HDPê de hatiye kirin. Wek tê zanîn ji berî niha di hilbijartinên şeredariyan de jî gelek bajarên mezin ên Tirkiye CHPê û HDPê li hevkirin û naveroka li hevkirina xwe eşkere nekirîbûn. Cardin awayê li hevkirina wan bibû sedema rexneyan. Heta piştî hilbijartina polemik di vê derbarê de navbera berpirsên HDPê û CHPê de rûdan.

Sedemên ku nikarin naveroka li hevhatina xwe eşkere bikin baş tê zanîn, gelek aliyên siyasî , nivîskar û siyasetmedar behsa awayê vê peymanê dikin. Lê CHP vekirî nikare HDPê muxatab bigre û li gel HDPê peymanekî îmze bike. Yek jê ji ber hevalên xwe yên di nava Tifaqa Millet de nikare vê yeke bike. Duyem peyamên ku berpirsên HDPê didin ne bi dile wan bêjî di vê pêvajoyê de nikarin rexne bikin. Ji aliyek din  ve CHP gelek vekirî, deng daye operasyonên desthilatê li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê. Vêca ev yek ji bo HDPê dibe pirsek ehlaqî ku bê deng bimîne yan na? Biryara vê divê dengderên HDPê bidin.

CHP vekirî behsa navê Abdullah Ocalan û azadiya wî nake û dibêje:PKK Teroriste û Ocalan serokê rêxistina teröriste . Lê di qadên newrozên HDPê de berpirsên HDPê doza azadkirina Ocalan dikin. Di newroza Diyarbekirê de, protokole de parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu runiştî bû. Ahmet Turk axavtina xwe de got, divê em hemû hewlbidin da ku Abdullah Ocalan azad bibe. Turk di beşek axavtina xwe de got: Ev newroz û ev pêvajo  qonaxa azadkirina Ocalan e.

Herweha ji berî niha jî hevserokê HDPê Mithat Sancar di daxûyaniyeka xwe de gotibû ku,Di derbarê PKKê û Ocalan de dîtinên me û CHP ne cûdan e. Medem berpirsên HDPê van daxûyaniya didin û li himber medyayê tiştekî dibêjin û nehînî tiştên din dikin, ev ne havkariyeke ku pêwendî pirsa Kurd re hebe. Hevkariya HDP/PKKê û CHPê ye. Gerek di vê derbarê de HDP bikaribe bala medya CHPê bikşîne û ev medya kêmasî heqaretê li wan neke. PKKê wek terorist navneke.

Dema behsa vê hevkariyê dikin ev nayê  wateya ku mirov li himber hevkariya di navbera CHPê û HDPê de ye. Eger hevkariyek hebe  ku heye, bila şefaf be û zelalî bikaribin behsê bikin û naveroka wê ji Raya Giştî re eşkere bikin. Tişta ku neraste, awayê hevkariyê ye. Dê HDP ji drve pîşgiriya kandîdatê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu bike. Ji bo vê jî tu kandîdatî ji bo serokkomariyê nîşan nade. Lê heta niha di vê derbarê de deng ji Îmralî nehatiye. Bû guman helwesta Îmralî ji bo hilbijêrên HDPê girîng e.

Newroza HDPê li Diyarbekir kirî de, Ahmet Turk axavtinek bi zimanê Tirkî kir. Turk beşek axavtina xwe de dibêje: Gerek Kurd dengê xwe nedin vê desthilatê, Kurdên dengê xwe bidin desthilatê be exlaqiyê dikin û ev yek xiyanet e, mafê Kurda tuneya deng bidin desthilatê. Ev gotina Turk û peyvên serf kirî ji exlqê wî yê siyasî tê. Belkî ne hêjaye ku mirov li ser tu nirxandinekî jî bike. Lê gelek kes Turk wek kesayetek nerm aşitîxwaz û erênî nasdikin, rastî Turk li himber siyaseta PKKê ne xwedî kesayet e û Ocalan gelek cara heqaret lê kiriye û ew bi xwe bê deng maye. Niha ne mafê wî ye ew heqaretê li Kurda bike. Ji bilî dengderên HDPê jî Kurd gelekin û gelek Kurd dengê xwe didin AKPê û partiyên din..

Gelo dema Turk hevkarî li gel AKPê dikira û li parlementoyê de dema silam dida Bahçelî û xwe titewanda ew ehlaqe , lê kurdek dengê xwe bide desthilatê bê exlaqiye?

Herkesek li gora xwe pîvanek ya exlaqiyê heye. Lê gelo ew siyasetmedarên bi belge îrada xwe radestî kesek din kiribe pîvana wî ya exlaqî çiye?

Ewên hertiştekî çi xelet û çi rast ji bo xwe tenê mûbah dibînin û heman tiştê ji bo kesên din wek xiyanetê dinirxînin bila ji berî herkesekî xwe berbiçavre derbas bikin û rastiya xwe bibînin. Tenê Turk dikare tiştekî bike, ew jî ewe ku, doza lêborînê ji Kurda bixwaze.

23.3.2023

Nêrîn / Şirove

N.Firat

 

 

Back to top button