Polîtîk

Em nakevin bin fişara YNKê û ti aliyeke din

Berpirsê baskê PDKê 16ê yê PDKê ragehand, partiya wan bi ti awayekê nakeve bin fişara YNKê û ti aliyeke din, ku helbijartinên parlamentoya Kurdistanê paşde bên dayîn.Duh 01.09.2018ê endamê rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd ragehand, eger PDK rijd be li ser pêkanîna helbijartinê, wê demê dikare navçeyên bin desthilata xwe de helbijartinê bike. Ji aliyê çavdêran ve jî ev daxuyanî wek gefa du îdareyiyê tê nirxandin.Li hember vê yekê Berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev daxuyanî tê wateya ku hest bi berpirsyariyê nekirine û çend sale ji ber YNK di navxwe de bi pirsgirêk e, hemû proseyên siyasî yên herêma Kurdistanê û proseyên helbijartinê asteng bike. Heger na ti bahaneyek tineye bo paşxistina helbijartinê.’’Herwaha got: ‘’Dibe ku YNK gelek tiştên din jî bike, ji ber ji helbijartinê ditirse û baweriya wan bi helbijartin û dengên gel tineye. Pirsgirêkên wan ên navxweyî hene. Baş dizanin wek cara berê nikarin sextekariyê jî bikin. Eger bahaneya wan proseya siyasî ya Iraqê ye, naha ji xwe şandeya siyasî ya hevbeş li Bexdayê ye û dikarin karên xwe bikin.’’Herwaha got, partiya wan ji bo paşxistina helbijartinê nakeve bin fişarên YNKê û ti aliyeke din û ragehand: ‘’Li gor me jî ew dikarin pirsgirêkan ava bikin. Mixabin tişta ku YNK dike pêşde birina proseya siyasî ya herêma Kurdistanê nîne.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Em serbilind in xwediyê referandûm û Ala Kurdistanê ne. Ji ber vê her aliyek bixwazê helbijartinê paşbixe, pêwîste ji raya giştî re aşkera bike ku bahaneya wan çiye?’’
Back to top button