PolîtîkRojev

Astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stîc Pawlu Bîras Balyozê Danîmark li Iraqê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe yên li Iraqê û xatir xwestin û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de Balyozê Danîmark li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebû û spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hevkarî û hemahengiya li gel Hikûmeta Danîmark di derbarê wan du welatiyên Danîmarkî ku berî demekê li Herêma Kurdistanê tûşî giriftan hatibûn.

Her li vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û gef û astengiyên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin guftûgo kirin û Serok Barzanî di derbarê beşdariya Herêmê li hikûmeta paşerojê û proseya siyasiya Iraqê tekez li wê yekê kir ku mercên Herêmê ji bo proseya siyasiya Iraqê pêgirîbûna aliyên siyasiyên Iraqe bi her sê prensîpên şeraket û hevsengî û sazanê.

Li beşeke dinê civînê de di derbarê gefên terorê li ser aramiya navçeyê û rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.


   


Back to top button