Polîtîk

Astana şerê Sûriyê rawestand û dê destûrê Sûriyê jî li wir bê nivîsandin

Piştî 2 rojan ji civînên Astana yên derbarê rewşa Sûriyê, ti encam vê carê jê derneketine, lê nûnerê ENKSê di nava opozisyona Sûriyê de dibêje, civînên Astana bi berhem bûne û karîne şerê Sûriyê rawestînin û biryar e li wir destûrek jî ji bo Sûriyê bê nivîsandin.

Di dawiya meha borî de, careke din aliyên nakok ên Sûriyê û welatên navçeyê li Astana civiyan û biryar bû ku bighên rêkeftinekê ji bo ku komîteya nivîsandina destûrê Sûriyê dest bi nivîsandina destûrekî nû ji bo Sûriyê bike. Lê ew civîn bê encam bi dawî bûn.

Serkirdeyên ENKSê Îbrahîm Biro derbarê wan civinan ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kes li hêvyê bûn ku di wan civînên Astana de lihevkirinek çê bibe û biryar li ser komîteya amadekirina destûrê nû yê Sûriyê bê dan, lê aliyên beşdar di wan civînan de, ne gihîştin ti encamekê.”

Biro wiha got: “Niha Amerîka ligel Grup Smol hewl dide û dibêjin heta beriya dawiya salê komîteya nivîsandiana destûrê nû yê Sûriyê dest bi karê xwe neke, emê vegerin civînên Cinêf û emê dest ji Astana berdin.”

Di bin çavdêriya welatên navçeyê, beriya 2 salan civînên Astana bi amadebûna wan welatan û oposizyona Sûriyê û heta niha 11 civînên berfireh lidar xistine. Derbarê wan civînan Biro wiha got: “Bi baweriya min Asana bidawî nayê û ez bi xwe endamê komîteya danûstandinan a Cinêfê me. Lê ji sala 2014an ve, ti pêngavên ber bi çareseriyê ve ji Cinêfê derneketine, berûvajî li Astana ku civînên wir bi berhem bûne û Tirkiye û Îran û Rûsiya karîne 90 % ji şerê Sûriyê rawesîtnin.”

Îbrahîm Biro wiha got: “Niha kar ji bo civîneke nû ji bo Astana tê kirin û bi baweriya min dê vê carê li Astana biryar li ser dest bi karbûna komîteya Bilind a Destûr bê dan û heta niha derbarê destûr de qonaxên pir mezin hatin avêtin.”

Hejmareke Kurd jî di nava komîteya amadekirina destûrê Sûriyê yê nû de hene û dê rola wan hebe di cîbicîkirina mafên gelê Kurd de. Derbarê wê yekê de Biro wiha domand: “Amerîka bi cidî gef li civînên Astana kiriye û bi eşkere ji wan re gotiye ku îsal dê komîteya nivîsandina destûr dê dest bi karê xwe bike û dest bi karê xwe neke divê li Cinêf biryar li ser destûr bê dan.”

Back to top button