CivakTeknîk

Artêşa Iraqê bi bawerî şer nake

Artêşa Iraqê operasyona Musil destpêkir. Arteşa ku ji bo operasyona Musilê hatî amadekirin xwedî çekên gelek modern û giran e. Di bingehê xwe de Emerîkî serpereştiya vî artêşî dikin.Ev artêş li Maxmûrê cih bû. Destpêkir ku gundên ereb lê dijîn yên derdora Musilê jiDAÎŞêpakij bikin. Lê mixabin sê rojan de nekarîn gundekî ji destê DAÎŞê rizgar bikin. Herî dawî pişgiriya Pêşmerge gund ji destê DAÎŞê derêxistin.Di derbarê artêşa Iraqê de fermandarek yê Pêşmergeyên Kurdistanê daxûyaniyek da û behsa vî artêşa taybet dike.Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, Artêşa Iraqê jibilî ziyanê, ti serkeftinek bidest neaniye û hatiye şikandin ji ber ku ne bi bawerî şer dikin, eger ew çek û teqemeniyên wan di destê Hêzên Pêşmerge de bana, dê bi tenê karîbana heta bi dûriyana Geyare jî kontrol kiribana. Cemal Mortke Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge di wê  operasyona ku li sînorêMexmûrê dest pê kiriye, ne beşdar e û tenê çavdêriyê dike û çeperên xweqayîm dike, lê ez bawer nakim Artêşa Iraqê bi vî awayî bikaribe ti serkeftinê bidest bîne û tenê ziyan û şikestinê dibîne, ji ber ku ew bi bawerî şer nakin û tenê bo berjewendiya kesî hatine.”cemal_motke_598537496Cemal Mortke Mortke wiha got: “Artêşa Iraqê ji 2 aliyan ve dest bi operasyonê kirine û li aliyê Nesir ti pêşdeçûn bidest neanîne û tenê ziyan dîtine û ji aliyekî din ve 2 gund berê hêzên Pêşmerge kontrol kiribûn û piştre jê derketibûn û DAIŞ tê de nemabû, lewma wan kontrol kirin û tê gotin ji gunekî derketin û ArtêşaIraqê gelek ziyan dîtine û kuştî û birîndarên wan gelek in, ku fermandar dinava wan de hene.”

Back to top button