Cîhan

Armanca Îsrail şkestina hewlên Îranê ne

Fermandarê giştî yên hêzên çekdarên Îsrailê Gadi Eizenkot, hevpeyvînek ya xwe li gel rojnama New York Times de da xûyakirin ku, Stratejiya Îsrail şkestina hewlên Îranê ne , ne şerê Hemasê ye.

Gadi Eizenkot hevpeyvînek li gel New York Times kir û behsa destwerdana Îranê li herêmê de kir. Gadî dibêje: Îran piştevaniya Hizbullah a Libnanê dike. Îsrail jî van hewlên Îranê dike armanc. Rejima Îranê 16 milyar dolar  ji bo artêşa Suriye serf kiriye, Îsrail vê yekê jî dike armanc ku ji holê rake.

Serokê hêzên çekdarên Îsrail dibêje: Îranê stratejiya xwe ya Afganistanê , Pakistanê û Iraqê guhertiye. Îran dixwaze hêzeke mezin ji milîsên Şîe ava bike û hêjmara wan 100 hezar kesbin.

Di hevpeyvîna xwe de Gadi Eizenkot behsa Qasim Silêman jî kir û got: Qasim Silêmanî ji sala 2016ê heta niha 30 hezar milîsên Şîe , 11 hezar milîsên biyanî û 8 hezar jî Hizbillah a Libnanê li Suriye deverên cuda belav kirine.

Back to top button