Nivîsar

Armanc parastina yekitiya axa Suriye be, ferq çîye?

Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Suriye gelek nirxandin hatin kirin û senaryoyên cuda hatin nivîsandin. Lê piraniya kesên ku nirxandina dikin rastiyekî vedêişêrin.

Dema behsa Minbicê tê kirin kesek ne şeriza be nizane Minbic Kurdistane yan na. Herweha rûniştvanên vê deverê kurdin yan erebin. Ji bo kurda ha tu behsa Minbicê bikî he behsa devera Dira bikî ferq nake. Minbic ne Kurdistanê û devera rojhilatê Firatê ne kurdin û ne axa Kurdistanêye.

Amerika ne ji bo kurda bihêle tenê ji vê deverê vedikişe. Ji xwe di serî de jî ji bilî aliyê leşkerî tu pêwendiyek di navbera Amerika û PYDê de nebû. HSD yan jî çi navbe di bingehê xwe de PKK/PYD ne. Siyaseta PKKê bi hezaran ciwanên kurd ji malên wan bi navê leşkeriya mecbûrî bi darê zorê birin û di bin navê HSD li navçe û deverên erebî , li Reqayê, Dêre Zorê li Mincibê dane kuştin. Niha ev yek neyê ditin û tenê ji pêla bilind ve şirove û nirxandinên siyasî werin kirin xirabiyek mezin li rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Amerika tenê çek dan HSD û ew di şerê li dijê DAÎŞê de bi karanîn. Dewsa leşkerek Amerikî yan jî yên hevpeymaniya bête kuştin bi seda ciwanên kurd şehîd bibin ji bo van welata çi bihayê wê heye?

PYD û hemû dezgehên bi navê cuda pêve girêdayî eşkere navê Kurdistanê bi kar nayne, sembola netewî ya Kurd Ala Kurdistanê qedexe kiriye û tu taybetmendiyek wan ya Kurdî Kurdistanî nemaye. Ji herkesekî behtir behsa yekitiya axa Suriye dikin.

Di vê helwesta wan ya li dijê destkeftiyên netewî li rojavayê Kurdistanê hevkariyê li gel hêzên rejimê bikin ne tiştek xeribe û ne nûye. Di bingehê xwe de ew wek milîsên rejima Esad hatin avakirin û welê jî tevdikerin.

Eger rewşa rojavayê Kurdistanê helwest û siyaseta PYDê ve bê gêrêdan û PYD wek nûnerê kurda bê navkirin ev xiyaneta herî mezine ku li kurda tê kirin.

Niha hêza herî serdest li Suriye Rusyaye, taybetî piştî biryara vekişandina Amerika ji Suriye , Rusya wek hêza biyanî ya esas li Suriye cih dibe. Ji xwe Rusya, Tirkiye û Îran  hevkariyekî bi hevre dikin.

Li vê derê jî PYDê kurd kirin qurbaniya berjewendiyên rejima Suriye.

Piştî hevdîtina li Moskova di navbera wezîrê derve yê Tirkiye Çavusoglu û wezîrê derve yê Rusyayê Lavrov hate kirin. Çavuşoglu daxûyaniyek da û got: Îradeya me ya hevpar heye ku axa Sûriyeyê ji hemû rêxistinên terorê were paqijkirin. Wek garantorên Astanayê em yekbûna axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî diparêzin û li hember hemû hewldanên ku dijî vê derdikevin. Di mijara Sûriyeyê û mijarên herêmî da wê hevkariya me ya bi Rûsya û Îranê ra ji nêz va bidome.

Rusya , Îran û Tirkiye behsa parastina yekitiya axa Suriye dikin. Ev tê wateya ku bila kurd qet behsa tu cureyê dewletbûnê li Suriye û rojavayê Kurdistanê nekin. Başe PYD çi dibêje? Ew jî behsa yakitiya axa Suriye dike. Di encam de armanca hemûye yeke û fetisandina daxwziyên rewa yên kurda li rojavayê Kurdistanê ye…

HSD ji bo yekitiya axa Suriye ne ji bo parastina xaka Kurdistanê şer dike.

Nûçe/Analiz

N.Firat/Rojevakurd

Back to top button