Nivîsar

Ari: Duran Kalkan derewa dike

Mustafa  şefîq( Arî)

Roja 1 ê îlonê 2014,  rojnameya  ( yeni özgur politika)  di bin sernivîsa ( Jitema KDP)ê,  liser navê  Selaheddin Erdem  nivîsek weşand. Di  nivîsê de li ser  şexsê min tawanên derew û îftîra hatine belavkirin.

Duran Kalkan kû niha endamê Konseya  PKK/KCK ê ye,  yeke ji kesayetiyên  berçavên PKKê, salên 1988- 1993 li Almanya bi navê Selaheddîn Erdem hatiye naskirin. ji bervê çendê ev nivîs ne tenê  propagandayeke reşkirinêye, belkû nêrîna fermiya rêkxistina PKKê ye  ji bona jiyana min jî   metirsî çê dike.

Ji berya niha jî( Ajansa nûçeya Firat) û ( Lêkolîn.org )  kû bi fermana  vê rêkxistinê weşan dikin tometên bi vî rengî derheqa me de belavkirin, ( ji boy  kû berjewendyên  giştiyên gelê Kurdistan ziyan nebînin) min lihember van buxtan û tomatan bê dengî nîşan da. Lê îro dinêrim  kû ne tenê liser şexsê min belkû lidijî tekoşîna 100 saliya bizava Barzanî û xebata gelê Kurd dibin van tometan de êrişek ne mirovane tê kirin kû ez neçarim bersiva vê  yekê bidim.

Ez Mustafa şefîq( Arî) li devera  Barzan Gundê  Êdilbê  hatime dinê,  Barzan ev devera  kû tovê  destpêkê ya Bizava Barzan bi rêberatiya Mella Mustafa Barzanî hatî avêtin.  Bandora vê bizavê hem liser keseyeta min hem liser keseyeta milyonan mirovên Kurd  li her çar perçên Kurdistan heye. Ji ber vê yekê jî ev cografya bûye warê hezaran qehremanî û dehan qetlûam livir jiyan kirine.

Ez di vê cografya hanê de jiyan bûme û bi vê kultûrê berxwedanê min nefes  kişandiya ev êk ji bona min û milyonan kurdên din jî bûye kaniya îlhamê.
Sala 1978 ji hêla rejîma Saddam ve devera Barzan hat wêran kirin, tevayî  Gund hatin şewitandin, xelkê li kempên bin kontrola rejîmê de  komkirin. Dema cenga Iran-Iraq ê de zordarî li dijî Barzaniyan û  tevayî  gelê Kurd zêdebû,  sala 1983ê,   8.000 Berzanî ji nava van kempên hanê komkirin û li çolên başûrê Iraqê tev de hatin qetil kirin, piraniya zilaman qetilkirin, jin  û zarok jî  di bin bandora vê hovêtiyê de man. Bi vî awahî 8.000 ji eşîreta me, mirov û kesên me bi hovêtî  hatin kuştin.

Ez kû van salan xwendekar bûm min xwendina xweya Pizîşkî( Doxtorî) berda û min biryar da  ez derketim çiya. Di vê demê de derdorên min gotin derkeve Awrûpa xwendina xwe bi domîne, emê îmakan ji tere çêkin lê min ev yek red kir û min biryar da ez  li jî dagirkeran derkevim tevlî berxwedana çekdarî bibim.

Zordestiya rejîma Saddam  dirêjiya salên cenga Iran-Iraqê tû sinûr nasnekirin û her di çû qetlîam zêde dibûn, sala 1988an êrişên enfalê  gehan asta herî bilind,  di şeş mehan de 182.000mirov hatin kuştin. Başûrê Kurdistan bi tevayî hat şewitandin kesên  kû  ji qetlîamê rizgar jî bûn penaberî Iran û Tirkiyê bûn. Rêxistinên KDP ê jî ew dem ketin nav mercên giran ji ber vê yekê me baş dît em dinav refên PKK dê  tevlî  şerê  çekdarî bibin me got: ’’ çi di be bila bibe divê dengê çekan li Kurdistanê qut nebe’’.  Tevî 14 hevalên din me biryar  da em  tevlî PKKê  bûn.

Ji bona Serxwebûn û Azadiya Kurdistan me ev gav avêt, lê gava me ya  yêkem  di nava PKK ê de em  ketin hember gurupek çete binavê( Tesfiyecî Hogir).( ewan bawer nedikir kû evqasî gencên xwendevan û dînamîk  ji başûr werin tevî PKK ê bibin) û di serî de asteng li pêşiya me çêkirin gelek  îşkence  û zehmetî me jiyan kir heya kû biryara kuştinê jî deheqa me hat sitandin, lê bi tesadûf em rizgar bûn. Lê me   baweriya xwe  ji dest neda.

12 salan di nav rêzên PKK ê de  aktif ,  di pile û astên cor bi cor de, û di her  deverên  Kurdistanê  min xebat  meşand .  Karê min di nav  refên PKK ê de kirî, ez  erkê  xweyî welat parêzî dizanim û min bi baweriya xwe ev kar  kir. Min berpirsiyariya  xweyî  netewî, mirovî û welatparêzî bi cih aniye.

Bi girtina Apo, qonaxa Îmralî  di xebata PKK ê  destpêkir,  bi qonaxa  Îmralî  yan jî  qonaxa ( Partiya Komara Demokrata Turkiyê)tê bi nav kirin . Bê guman her partiyek dikare armanc û programên xwe bi guherîne û ev mafê her partiyekêye, lê belê ez kû ji bona Serxwebûn û Azadiya Kurdistan ketim nav PKKê di vê partiya nûde cihê min nebû, ji ber vêna min biryar da ez ji PKK ê cûdabûm. Cûda bûna min ji PKK ê tû carî nebû cûda bûna min ji doza gelê min berevajî vêna ez hertim bi gelê xwere bûm bi doza gelê xwere mam.

Paşî  cûda bûna min ji PKKê demek kin ez li Ewrûpa mam, lê baweriya  min hertim ew bû kû divê kesên weke me  ji xebatê dûr nekevin, divê ji  gelê xwe dûr nekevin. Min hertim di got ev tecrûbe û zanabûna min girtî divê ez di  xebata gelê xwede bidim şuxulandin. Ev dem li başûrê Kurdistanê pêşvaçunên giring çê bûn, bi bawerya min her mirovekî welatparêz diviya hemî hêza xwe bikar bînin û van pêşvaçuyên hanê  xort bikin. Ji bona vê yekê min dinav rêkxistinên PDK ê cih girt û ez zîvirîm Başûrê Kurdistanê.  Ez niha li Başûrê Kurdistanê xizmeta xelkê xwe dikem.

Duran Kalkan(Abas) vê gava me bi gavek dijî şoreşê dibîne, an jî bi gotina wî hatina me bo nav refên PDKê  wate ( Jîtem) gelo ev kîjan lojîke weha li meselê dinêre? Gelo çima di nêrîna Duran Kalkan de bûne pêşmerge  wate xiyanet, wate bûne dijminê şoreşê? Xûyaye di nêrîna Duran Kalkan  pêşmerge wate  xaîn, lê ez jî ji Duran re dibêjim pêşmerge wate bicîh anîna erkê herî  pîroz di Kurdistanê de.

Xûyaye ev gotinên Duran û ragehandina wan  livir û wir belav dike tenê derew û buxtanin û ji tevayî rastiyan dûre. Em li vir xizmeta gelê xwe, doza xweyî netewî, û welatê xwe dikin, gelo çima ev karê Jîtemê ye? Çima Duran pêwîst dibîne van derew û buxtanên hanê belav bike? Ez dixwazim rêvebirên PKKê  ev rastiyên hanê bidin xûyanî kirin.
Raste ez  ji rêkxistina PKKê  qetiyame , Gelo ji rêkxistinê qut bûn li gora kîjan lojîkî tawane? Ya rast eger tiştek ne rast heye û şermek hebe eveye kû di vî çaxîda rêkxistine rênade kes cûda bibe. Ji rêkxistinê cûda bûn wate xiyanet,  rû reşiyek gelekî mezine kû di nav bizavek azadîxwaz û demokrat de endamên vê rêkxistine mecbûrin birevin ji ber kû ev rêkxistin rê nade wana bi azadî biryara xwe bidin. Eger di vir de tiştek hebe bê serast kirin divê di serîda Duran kalkan wek kesekî berpirsiyar dinav rêkxistina xwede vê rûreşeyî  serast bike.

Abbas( Duran Kalkan)  herkesî  bi Jîtem bûnê tawanbar dike, gelo jîtema Tirkan bêhtir kadroyên pêşengên PKK tûne kirin, an jî ji ber rêbazên çewtên kû Duran li nav rêkxistinê meşandin pirtir tûne bûn. Bêguman Kadroyên  kû  ji ber Duran û polîtîkayên wanî  çewt  ji  rêkxistinê reviyane   dehan car zêdetirin, ev rastiye herkes baş dizane.
Duran Kalkan  û hevalên wî  armancek  heye di vê demê ewana van derew û bûxtanên hanê li dijî  me û li dijî PDKê belav dikin. Armanca wanî sereke ewe kû ew jî dizanin ewana bi hezaran kadroyên pêşengên PKKê dane revandin û piraniya wana xwedî  tecrûbên siyasî û serbazîne, ewana ewê di pêvajoya başûrê Kurdistan de ne xasme di refên PDK ê de bibin xwedî rol, Duran vê jehra hanê dirijîne ji bona kû ev  kadroyên hanê ne kevin xizmeta doza Kurdistanê. Bi taybetî  di vê dema hestiyar de kû Başûrê Kurdistan li hember  şerek girane dijî ( DAIŞ) di demek weha de tecrûba van hevalên xwedî ezmûn li hember terorîstên (DAIŞ)ewê rolê wan mezin be.

Di vir de Duran bi temamî rolek Jîtem warî dibîne û di pişt de dixwaze Kurdistanê xencer bike. Tişta min kirî dûnê tev PKK ê me li hember Jîtemê  şer kir, îro jî li hember (DAIŞ)  şer  dikin, gelo ev derew û buxtanên hewe çima?

Aya mebesta van derew, ne rastî û tometên Duran Kalkan belav dike çiye? Baweriya min ewe kû ji herkesî  zêdetir (DAIŞ) feyde ji van iftira  dibîne, herî zêde kêfa wan bi van gotinên Duran hatiye.

Li gor baweriya min  di nava PKK ê de bûye kûltûrek ji roja hatî ava kirin heya niha her çend sal carê hind kesan tesfiyecî  didin xûya kirin û hemî kêmanî, şaşîtî û şikestên xwe di bin navê van tesfiyeciyan de vedişêrin. Lê ev bû çend sal kesên weha tesfiyecî derneketin, ji ber vê çendê Duran û rêveberên wek wî dixwazin sedema  şikestêna  xwe bixin stoyê kesên kû ji vê rêkxitinê cûdabûne. Gelo erê ma ev  guneha meye van salan tû tesfiyecî derneketin?

Ji kerema xwe carê li paş xwe binêrin we çawa karî evqas kadroyên fedekar, ev qasî kesên serkirde, û kadroyên pêşengên PKK ê we ji rêkxistinê qewitandin, we bela wela kirin, we çawa ev serkeftin bi destxit, erê tesfiyecîtî ji vê mezintir heye. Bi sedan kadirên pêşeng we tûne kirin.

Demên derbasbûyî min çawa li hember dagîrkerên Kurdistanê xebatkiriye îrojî li hember ( DAIŞ)û dûjminên gelê Kurd bi heman rûh û germî  xebatê dikim,  di vir de tû çewtî nîne, ne rastî û  çewtî ewe kû hûn xebat  û tekoşîna kurdan reş dikin. Weke hergav hûn ji dûrî rastiyan komplo û teoriyên dujminkariyê çê dikin, ger kû hûn dev ji vî exlaqê xwe berdin bawerdikim tû problem namînin.

Îro hêza herî mezin kû li hember hovêtiya (DAIŞ) sekiniye PDK û Serok Mesûd Barzaniye cîhan tev vê rastiyê dibîne, li ser qehremaniya pêşmerge diaxive, dûnya hevkarî û piştevaniya çekan ji herêma Kurdistanê re dike lê hûn li dijî  vê kampaniya dimeşînin, hûn dixwazin cîhan hevkariya PDKê neke . Ger rastîye Jîtemê hebe ev karê hûn dikin karê Jîteme, lê daxek mezin hûn vî karî eşkere dikin.

Tevayî ev propaganda û iftîrayên hûn behs dikin we liser gotina çend kesekî  kû ji( DAIŞ) êsîr ketine dest YPG ê an jî îtîrafên hind kesên kû bo vê mebestê hatine xwe dane destê we.

Di vê mirov ji were bêje bravo, we gelê kurd ji metirsiyek mezin rizgarkir, we ji nûda Emrîka keşif kir.
Min dizanî kû  hûn ne hûkuk nasdikin ne jî dizanin, lê min nezanî  hûn ewqasî ji  taktîkên  şerê taybet  û dîroka şer  bê  xeberin.  hûn rewşeke gelek nakok jiyan dikin, hem behsa rexistina ( DAIŞ) û têkiliyên wêyî cîhanî û herêmî dikin, hem jî tên Kongra Netewîya  Kurd, yekêtiya Kurdan, giştî liser îtîrafên terorîstekî avadikin û xerab dikin. Gelo ev kesên îtîrafçî kû ji Abas re bûne kaniya îlhamê ne amadekiyên destê dujmina bin? yan jî  birêz Abas te bi xwe ev  senaryo amade nekirine?  Pêşniyar dikim car din rûpelên dîrokê hildin ji qula derkevin û hindik bejî rastiya gelê me bîbînin.

Duran Kalkan 35 sal her tim dewleta Tirk her roj îtîrafçiyên bi vî rengî dernexistin tû bizava Kurdan reş ne dikir? Gelo em bêjin ew tiştên van îtîrafçiya liser te û rêxitina te tev rastin em weha binêrîn an  jî hûn ji Tirkan hîn bûn van komployan liser Kurdan bi meşînin? Gelo KDP ji Tirkan hîn bûye Jîtemê ava bike yan jî hunin ji bona yekêtiya Kurda ji binde xerab bikin her rengê komployên Tirkan pêktînin?

Divê Duran Kalkan û rêvebirê PKKê li xwe vegerin ewana ketine rewşek çend basît û ketî divê lihember vê çend ew xwe mehkeme bikin wîjdana xwe car din muhasebe bikin. Divê  ji xwe bipirsin  gelo wan  heqkiriye bi vî aqil û mentiqê xweyî  tarî rêvebiriya bizavek Azadîxwaz û demokratîk bikin.

Ger kû hûn rast dibêjin baweriya we bi we heye hûnê vê nivîsa min di rojnama  xwe de belav bikin, eger hûn bin xwe bawerin werin em bi hevre derkevin televizyonek  azad her kes rastiya gotin û helwêstên xwe ji raya giştiya Kurdistanê re bidin xûya kirin.

Ger hûn van rastiya eşkere nekin û ji xelkê Kurd re ne din xûya kirin ez we didim hember wîjdana gelê Kurd,  ger hûn van rastiya eşkere nekin  ezê   pêvajoya  yasayî li hember van derew û îftîrayên we  dest pêbikim.

Back to top button