Nivîsar

Aqilek seqet, YNK û PKK

Çend roj berê bi biryara Qubat Talabanî baregehên Tevgera Azadî li Silêmanî, Raperin û devera Germiyan hatin girtin. Tevgera Azadî rêxistinek ya girêdayê PKKê ye li Başûrê Kurdistanê kar dike. Piştî hinek bazariyan di navbera Tirkiye û YNKê de ev biryar hate girtin û baregehên girêdayê PKKê hatin qedexekirin.

Li ser vê mijarê gelek gotubêj hatin kirin û gelek aliyên siyasî bê deng man. Gelo sedemê vê bûyerê çiye? Ji bo çi heta niha YNKê li deverên di bin desthilata xwe de ji bo girtina van baregehan deng nekir û îro ji nişkave vê biryarê digre. Pêwendiyên YNK û PKKê gelek baş bûn, hevalbendên wan yên hevbeş hebûn. Gelek bûyeran de helwestên hevbeş kifş dikiran, pêwendiyên herdu aliyan li gel Îran , rejima Suriye û Bexdayê yek cuyê de bûn.

Dagirkirina Kerkûk û Şingalê de bihevre helwest girtin û rolek hevbeş leyiztin. Başe çi bû ku niha bi çavek dijminî li hev dinêrin. Piştî biryara girtina baregehên PKKê li deverên di bin bandora YNKê de, PKKê da xûyakirin ku, eger pêwistbe ew dikarin bikevin nava Silêmaniyê bi xwe de jî.

Niha nehiya Şingalê li Sinûnê hinek li ser Tevgera azadiyê ve çûn ber avahiya YNKê li deverê û gotin divê hun li vê derê nemînin û beregehê xwe bigrin. Di derbarê vê bûyerê de , daxûyanî hatin dayîn. Berpirsê YNKÊ got ku, çend xort çûn ser baregeha komîte û gotin ku hûn baregehên Tevgera Azadî yên li Silêmaniyê digrin û divê hûn jî baregehên xwe li Şingalê bigrin. Lê belê piştre bi rêya gotûbêjan pirsgirêk hat çareserkirin.

Herweha ji bo heman bûyerê , Hevserokê Encûmena Avakirina Şingalê yê ser bi PKKê Faris Herbû ji Rûdawê re ragihand, ku ew xort ser bi ti aliyekî siyasî nînin, YPŞ û aliyên aliyên din haya wan jê tine ye, tenê ji bo berteka girtina baregehên Tevgera Azadî çûne ser baregeha YNKê.ew xort ser bi ti aliyekî siyasî nînin, YPŞ û aliyên aliyên din haya wan jê tine ye, tenê ji bo berteka girtina baregehên Tevgera Azadî çûne ser baregeha YNKê.

Di derbarê vê bûyerê de tu bihayê daxûyaniya herdu aliyan tuneye. Ji ber ku PKK li Sinûnê li gel Heşda Şeibî û YNKê di nava hevkariyekî de ye. Niha li vê derê ya dramatîk ewe ku PKK dikare nehêle partiyek ya Kurdistana Başûr ku di hukumeta herêmê de hevbeşe ji deverek ya Kurdistanê derêxe.

Di rastiya xwe de li himber biryara girtina baregehên Tevgera Azadî ya girêdayê PKKê li hinek deverên di bin destê YNKê de PKK jî devera ku serdeste baregehên YNKê digre.

Di mijara PKKê de jî di nava YNKê de dengên cuda hene. Gelek berpirs û rêveberên YNKê ji YNKê behtir girêdayê PKKê ne. Ev yek ji aliyê xelkê Kurdistana Başûr û aliyên siyasî ve jî baş tê zanîn.

Gelek balkêşe ku ne medya Başûr û ne jî aliyên siyasî li beşên din yên Kurdistanê bi awayek pêwist behsa vê mijarê nakin. Ji ber ku naxwazin rastiya YNKê û PKKê bizanibin. Ev kêmasiya herî mezine û dê ev yek seqetiyek siyasî bixe nava van aliyên ku bê deng dimînin.

Tenê du pirs bêne kirin.
1. Gelo YNK yan jî Qubat Talabanî ji bo çi heta wek îro bê deng bû û niha baregehên tevgera ku PKKê ve girêdayî digire?
2. Gelo li himber vê li devera Şingalê YBŞ bixwaze YNK baregehê xwe bigre, ev tê çi wateyê?

Eger aliyên siyasî bi zelalî bikaribin bersiva van herdu pirsa bidin dê bikaribin siyaseta xwe zelaliyekî jî bidin nîşandan. Wek di bi akilek seqet bûyer nayên nirxandin.

1.12.2018

Nûçe/Analîz

N. Firat

Back to top button