Polîtîk

Amerîkî spasî comerdiya xelkê Kurdistanê dikin

Îro şemî 21.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jack Reed Senatorê Wîlayeta Rhode Island ya ji Partiya Demokrata Amerîka û Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên siyasî û serbazî ya Amerîkayê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Senator Jack Reed ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û her wiha li gotarek da pêzanînên xwe yên ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorê û her wiha azayetiya Pêşmerge û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan nîşan da û spasî destvekirî û bexşîndeyî ya xelkê Kurdistanê jî kir ku li rewşeke gelek dijwar da sedanhezar koçberan himbêz kiriye û wan diparêzin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Senator Reed eve jî xisterû ku pêwîste hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ruyê dabînkirina çek û pêdiviyan de zêdetir bêne hevkarî kirin û welatê wan kar ji bo vê babetê dike. Her wiha tekez jî li berdewamî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî piştevaniya gel û Hikûmeta Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji bilî wê balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên şer ku Kurdistan ewê ji dest hatiye li şerê terorîstan û hevkarîkirina lêqewimiyan de kiriye û wê yekê dûpatkir ku ji bo muamelekirina li gel terorîstên Da’îş de tenê yek rê heye ew jî şerkirin û şikandina wane û eve jî xisterû ku ev şer bi tenê ne şerê Kurdistan û hevpeymanane belku pêwîste şerê hemû aliyek bê li gel terorîstan û ewê azadî û kerameta mirov divê pêwîste li vê şerê da beşdar bibe. Her wiha ji bo rûbirûbûna terorîstan tenê çareseriya serbazî ne têr nake belku li rûyê fikrî û aborî ve divê şerê terorîstan bê kirin û rê li hatin û çûna wan bê girtin û pêwîste ew welat ji kar ji bo nehiştina wan navendan bikin ku têda hêza teror û tundrewiyê tê belav kirin.

Serok Barzanî balkişand li ser wan navçeyan ku li jêr destê Da’îş de hatine rizgarkirin û eve jî behskir ku Pêşmerge yarmetiya wan xelkan daye ku destê wan li gel Da’îş nebûye û eve jî dûpatkir ku çarenûsa wan kesên yarmetiya Da’îş dane û li gel Da’îş bûne bi çarenûsa Da’îş ve girêdayîne û wan jî heman çarenûsa Da’îşê dibe.

Her li vê hevdîtinê de asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û amadekariyên proseya azadkirina Musilê hate axaftin.

Peywendiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê û qonaxa piştî Da’îşê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button