Cîhan

Amerika:Hinek aliyên Heşda Şeibî fermana xwe ji pasdarên Îranê distînin

Wezareta Derve ya Amerîkayê raporek berfireh di derbarê Çalakiyên Îranê yên xirab li Rojhilata Navî dike belav kir. Di vê raporê de behsa xirabiyên ku Îran li Iraqê jî dike cih girtiye.Di raporê de tê gotin: Gelek girînge ku cîhan têbigihê ku, Îran li welatên wek Iraqê, Afganistan û Pakistanê pişgiriya çekdarên Şîe dike û wan perwerde dike, herweha Îran van çekdaran rêdike Suriye ji bo pişgiriya rejima Esad bikin. Îran mûzeya died van çekdaran û nave Îranê çer dikin.Raporê de dibêje ku, Îran fûzeyên balistîk died çakdarên Çîe û li Iraqê Bexda û Basrayê bi van çekan êrîşê Balyozxana amerikayê kirin.Di derbarê Iraqê de jî raporê de tê gotin ku: Îran alîkariya grûpên tundrew ên Heşda Şebî dike, ku di nava wan de hêzên  Hîzbûlla hene. Grûpên Heşda Şeibî bi şêweyekî fermî zanyarî didin şêwirmendên Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê lê hinek grûpên bêdîsîplîn ên Heşda jî bersivê didin daxwazên Supaya Pasdaran a Îranê.”Di raportê de hat gotin, “Gelek raport hene behs dikin, ku tirsandin, girtina ji ber xwe ve û bêserûşûnkirina xelkê Sûnne ji aliyê wan milîsên Şîe ve tên kirin, ku Îran piştgiriya wan dike. Wek nimûne, ew raport dibêjin, Ketîbeya Hîzbulla, hemwelatiyên Ereb ên sunne li parêzgehên Diyale û Babil tirsandine û nahêle koçberên Ereb ên sunne vegerin cihên xwe.”Ev rapor jî dide xûyakirin ku, li Iraqê Amerika siyasetek hevbeş tuneye. Gelek cara li herêmê siyaseta Pentagon û CIA li dijê hev dibe û Îran jî feydê ji vê yekê dibîne. Heta di du bûyeran de Amerika , Britanya û Amerika bi hevre tevgeriyan. Dema 16ê Oktoberê Kerkûk hate dagirkirin ew milisên ku îro Amerika wan tundrew dibînê bi çekên Amerikayê êrîçê Kurdistanê kirin. Çekên modern ên Amerikayê di destê Heşda Şeibî de bûn.Niha jê gelek pispor didin xûyakirin ku, di hilbijartina serokkomarê Iraqê de nûnerê taybet yê serokê Amerikayê Brett McGurk û Qasim silêman hevdîtina û biryarek hevbeş dane.Di herêmê de ji vê siyaseta durû ya Amerikayê kurd zererê dibînin.

Back to top button