Cîhan

Amerîka piştevanîya hilbijrtinên azad li Kurdistanê dike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jennifer Psaki li ser paşxistina hilbijartnên parleman û seroktîya Herêma Kurdistan nêrîna rêvebirîyê eşkere kir.

Xanim Psaki dibêje, Amerîka wek bingeha vîyan û daxwaze gel, piştgirî li hilbijartinên azad û demokratîk dike.

“Em çaverê ne ku hilbijrtinên parêzgehan û parlemanê yên Herêma Kurdistanê di meha Îlonê de, bi awayekî serketî werine kirin. Em pêbawer in ku parlemana nû, xem û fikarên gelê herêmê yên wek hilbijartina seroktîyê û temamkirina qanûna bingehîn çareser bike.”

Di bersîva pirsa ku “Gelo Amerîka razî ye ku hilbijartina seroktîyê were paşxistin, heta ku parlemana nû di meha Îlonê de kom be?” Xanim Psaki got, ew bi hêvî ne ku hilbijartin demeke zûtir were kirin. (Voa)

Back to top button