Nivîsar

Amerika li himber PKKê çi dike?

Siyaseta Amerika di derbarê PKKê de ne zelale.  Alîkarê cîgirê Wezîrê Derve yê Amerikayê Matthew Palmer da zanîn ku, li gor biryara welatê wî 12 milyon dolar bo girtina serkirdeyên PKKê hatine terxan kirin,  ew rêxistine bi rêxistineke terorîst binav kir.

Amerika jî wek gelek welatên Rojava yê Ewropayê bi zimanek fermî PKKê wek rêxistinek terorist bi nav dikin. Ji bo vê yekê jî bi awayek vekirî û eşkere li gel PKKê nadin û nastînin. Tu cara berpirsek yê PKKê li welatek yê Ewropa yan li Amerika ji aliyê berpirsan ve nehatine pêşwazî kirin. Pêwendiyên li gel van welatan hebin jî pîwendiyên muxaberatî û veşartîne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî helwesta Amerika û hêzên hevpeyman hate guhertin. Pêwendî li gel YPGê danîn û pişgiriya YPGê kirin û dikin. Amerika wek herkesekî dizane ku YPG, PYD yan jî li Suriye û Rojavayê Kurdistanê dezgeh û rêxistinên bi wan ve girêdayî , di bingehê xwe de PKK ne. Tu cudahiya wan ji PKKê tuneye.

Yanî PYD şaxê PKKê li Suriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Tê zanin ku YPG li Suriye û herêmên ne Kurdistanin bi daxwaziya Amerikayê şerê DAÎŞê dike.  Lê ji aliyek din Amerika PKKê terorist dibîne û ji bo girtina berpirsên herî bilind yên PKKê xelata pereyan datîne.

Ji serî de Amerika ji PYD/YPGê daxwaz dike ku xwe ji PKKê cuda bikin. Li ser vê yekê kar dike. Ji ber ku Amerika jî dizane ku , biryara PYD/YPGê ji Qendîl tê û Qendil vê tevgerê rêve dibe, Heta demekî Amerika ji PYDê daxwaz kir ku nabê kesên ji Kurdistana Bakur li vê deverê cihê berpirsiyariyê de bixweyên. PYD ev daxwaziya wan bi cih anîn.

Amerika ji aliyekî biryara girtina serokên vê tevgerê dide ji aliyek din jî pişgiriya heman tevgerê li Kurdistana Rojava û Suriye dike. Dê heta kengê Amerika vê pişgiriyê berdewam bike nayê zanîn. Berjewendiyên wan çewe dixwaze welê dikin, lê siyaseta ku li gel wan hesabên mezin dikin û bawer dikin  ku Amerika dixapînin di bin linga de têkdiçin.

Amerika hewlek mezin dide ku PYDê û PKKê ji hev cuda bike. Ev yek gelekî zehmete lê ne bê imkane. Eger PYD ji bin kontrola PKKê derkeve û li gora mercên Kurdistana Rojava tevbigerê, dê li gel aliyên din yên siyasî yên Kurdistanî bikaribe hevkariya pêkbînin û behtir mafên miletê xwe ji dest ve bînin.

Ev biryara Amerika ji aliyekî dixwaze ji Tirkiye re bide xûyakirin ku, PYD û PKK cudane. Lê siyaseta Amerika di vê derbarê de heta çi radeyê serdikeve nayê zanîn.

Ev hewldana Amerika vekirî dixwaze PKKê û PYDê ji hev veqetine. Dê heta çi radeyê serbikeve, rojên pêşiya me de dê bêhtir xûya bike.

7.11.2018

Nûçe/Analîz

Back to top button