CîhanRojev

Amerîka êrîşa PKKê li dijê hêza pêşmerge şermezar dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo êrişa PKKê li ser Hêzên Pêşmerge li Çemankê daxuyaniyeke nivîskî derxist û ragihand: ‘’Wilayetên Yekgirtiyê Amerîkayê bi tundî êrişên rêxistin terorîstiya PKKê li ser hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dike.’’

Wezareta Derve ya Amerîkayê di vê daxuyaniyê de ku roja 5ê Mijdara 2020an belav kiriye, tekezî li ser piştgiriya Washingtonê bo Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje, ‘’Em dê berdewam bin li ser piştevaniya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hewlên wan ên bo jinavbirina terorê.’’

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha hevxemiya xwe bo kesûkarên şehîd û birîndarên bûyera li Çemankê nîşan daye û serxweşiyê li wan dike.

Back to top button