Polîtîk

Amerika diçe Kerkûkê û Tirkiye diçe Silêmaniyê

Serokê Amrîkayê Donald Trump, di civîneka hikumeta xwe de behsa nefta di destê Kurdan de kirîbû û gotibû: Hindek petrol di destê kurdan da heye û wê jî difroşin Îranê û em nikarn vê yekê qebûl bikin.

Merema serokê Amerîkayê ji vê yekê ew bû ku, nefta di destê PYDê li rojavayê kurdistanê ku bi rêyên qaçax bi alîkarya rejima Suriye difroşên Îranê û bi taybetî merema Trump nefta Kerkûkê bû ku çend berpirsên YNKê li gel berpirsên Heşda Şeibî bi tankeran diben Îranê bû.

Rojane 60 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi tankeran diçe Kirmanşahê teslîmî Îranê dibe û parê wê neftê dikeve berîka hindek berpirsên YNKê û hindek berpirsên Heşda Şeibî. Şirketa Somo ya petrola Iraqê projeyek heye ku nefta Kerkûkê bi rêya boriyekê bibe Îranê û ev yek jî li hesabê Amerikayê nayê.

Piştî vê daxuyaniya serokê Amerîkayê, leşkerê Amerîkayê yê ji Suriyê vedikişe diçe Kerkûkê li serbazgeha Keywan bi cih dibe daku ji wêrê kontrola nefta kerkûkê bike û ew petrol êdî neçe Îranê.

Ji aliyek din ve, piştî serdana serokomarê Iraqê Berhem Saleh ya Tirkiye, dê YNK qonaxa duyem ji pilana nehêlana PKK li devera Silêmaniyê dest pê bike.

Weke em dizanin qonaxa yekem girtina baregayên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve û qedexekirna çalakyên wê bû.

Di qonaxa duyem de, tê çaverêkirin PKK li berixwe bide û şerê YNKê bike û YNK jî dê rê bide leşkerê Tirkyê biçe Silêmanyê alîkarya YNKê bike.

Back to top button