Cîhan

Amerika dest sizakirina Îranê dike

Amerika dest sizakirina Îranê ya pêla yekem dike.Di derbarê siza kirina Îranê  de ajansa associated press,nûçeyek belav kir û dibêje;  Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di derbarê pêwendiyên Amerika û Îranê de dibêje: Em hêvîdar in riyekê bibînin ta ber bi pêş ve biçin, lê dibê Îran guhartineke mezin di riftarên xwe de bike. Ev daxwaza me jî gelekî asan e. Heta niha ti belgeyek nîn e ku rêjîma Îranê riftarên xwe guhertine. Em sizayan bi ser de disepînin.Amerîka pêla yekem yê sizayên  li ser Îranê ji 7ê Tebaxê de destpê dike û derbarê vê yekê de biryar e Koşka Spî agahdariyekî belav dike.Bi egera başnebûna pêwendiyên her du welatan, Washington beşê duyem yê sizayan di meha Mijdara bê de disepîne, ew jî taybet e bi qedexekirina kirîna petrola Îranê ye.  

Back to top button