Amadebin û bila çavên we vekirî be..

Piştî êrîşa li ser Kongresê û tevlîheviya ku serokê Amerikayê Trump kirî, niha jî Serokerkaniya Amerikayê daxûyaniyek li ser rewşa heyî belav kir. Di daxûyaniyê de Îmzaya serokerkan Mark Milley û fermandarên hêzên Amerikayê heye.

Di daxûyaniyê de dibêje: Serhildana ku roja 6.01.2021ê li Washington hatî kirin, êrîşek li dijê Kongresê Amerikayê û li dijê pêvajoyek desturî bû.

Di berdewamiya daxûyaniyê de dibêje: Roja 20.01.2021ê Serokê Nû yê Amerikayê,piştî pejirandina dadgehan û teyid kirina Meclisa Nûneran, sund dixwe û dest karê xwe dike. Biden dibê fermandarê giştî yê me yê 46ê.

Herweha di daxûyaniyê de dibêje ku, di nava Amerikayê û derve de divê hemû hêzên me amdebaşîyê debin û çavên xwe vekin.