Polîtîk

Alîkariya miroviya Rusya gihîşt Hewlêrê

Piştî ku koçberên Kurdên Rojava û Suriyê hatine Başurê Kurdistanê eve yekemîn care welateke biyanî alîkarî dişîne ku ew jî Balafira Hikûmeta Rusyaya Federale ku yarmetiya mirovî gihande koçberên Kurdên Rojava û Suriyên li Herêma Kurdistanê. 

Îro bi amadebûna Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê(Wali) Hewlêrê û Valerî Pospîlov Konsolê Giştî yê Rusya li Herêma Kurdistanê, rêwresmek ji bo gihîştina yekemîn yarmetiya Hikumeta Rusyaya Federal ji bo koçberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyiyan birêveçû.

Li rêwresmê da ku tîma hatina hawarê ya artêşa Rusya amade bûn, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo li gotarek de ji bo van yarmetiyan spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hikumeta Rusyaya Federal kir û nîşan da Rusya yekemîn dewlete ku bi awayeke fermî yarmetiyê ji bo koçberên Suriye dişîne û got: Gelek spasiya Hikumeta Rusyaya Federal dikîn ku wekî yekem welat hevkarî û alikariya mirovî ji bo koçberên Suriye li Herêma Kurdistanê aniye û destxweşiyê li vê hengava wan dikin.

Back to top button