Cîhan

Ala Surî li ser balyozxaneya Amerîka bilind kirin

Hevalbendên rejima Sûrî,li Şamê êrîş birin ser balyozxaneya Amerîka. Gora ragihandina ajansa AP-ê hevalbendîn Bişar Esad bi keviran camên balyozxanê şkinandin û ala Sûrî li ser Balyozxaneya Amerîkî bilind kirin. Polis û hêzên asayîşê qet midexeleyê xelkê nekir. Hevalbendên rejimê çuyina balyozê Amerîka ya bajarê Hamayê protesto dikiran.

Herweha piştî vê bûyerê xelkê berê xwe da balyozxana Fransî jî. Lê li vê derê polisan rê neda xwepêşanderan bikevin Balyozxana Fransî.
Berpirsek ji balyozxana Amerikî da xuyakirin ku,polisê Sûrî li himber êrîşa layengirên rejimê li ser Balyozxaneya me bê deng mane.

Back to top button