Polîtîk

AK Partî: Yekemin dostê kurda hukumeta Tirkiye ye

AKPê civîna desteya rêvebir ya partiya xwe di serokatiya serokkomar Tayib Erdogan de li darxist. Piştî civînê berdevkê partiyê Omer Çelik daxûyaniyek da û behsa serdana Bolton ya Tirkiye û herweha behsa daxûyaniyên wezîrê derve yê Amerikayê Pompeo ji bo Suriye û PYDê kir.

Çelik di axavtina xwe de got:Em daxuyaniyên Bolton û Pompeo baş nabînin û ew bi niyetek din van daxûyaniya didin. Bolton jî û Pompeo jî baş dizanin ku PYD nûnertiya Kurdan nake û ew rêxistineke terorîst e. Berê çawa li Efxanistanê hevkariyeke kiribin, mixabin heman şaşiyê niha cardin dikin. Bila ev neyê ji bîrkirin ku tu kes pirsa xwedî lêderketina birayên me yên Kurd de nikare dersê bide Komara Tirkiyê. Dostê herî mezin ê Kurdan heta yekane dostê wan Komara Tirkiyê ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê dostê Kurdên li herêmê ye, yên Ereban e jî yê Tirkmenan e jî. Dîrokê nîşan daye ku gelek caran tekane dostê van gelan Tirkiye ye.

Back to top button