Polîtîk

Ahmet Turk alîkarî ji serok Barzanî û Celal Talabanî xwest

Ahmet Turk di civîna rojnamevaniyê de dexwaza alîkarî ji serokê Komarê İraq û serokê Herêmê Kurdistan xwest.

Hevserokê DTK Ahmet Turk  Îro piştînîvro li Otela Palasî Silêmanîyê de civîna rojnamevaniyê lidarxist Turk armanca serdana xwe diyar kir û got : Hatina me li ser dexwaza partiyê me bû ku em dixwazin Kongreya Netewe ya Kurdistan avabikin ji ber vê yekê em alîkarî ji serokên Kurdan dixwazin.

Ahmet Turk wiha berdewam kir : Daxwazê me ji Serokê Herêmê Kurdistan  Mesud Barzanî û Serokkomarê İraqê Celal Talabanî ewe ku alîkarî bikin ji bo avakirina aştiyê li Tirkiyeyê .

Heyet sibê jî serlêdana Arîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistan Nêçîrvan Barzanî bikin.

Back to top button