Civak

Agir girt bazara girtî ya Hewlêr

Doh bi şev demjimêr  21.30ê agir girt bazara  nav qeyseriya Hewlêr.  Agir ne gelek berfirehe û li gora gahdariyan tenê hinek dikan şewitîne. Lê jib o cih gelek asêye kontrol kirin û vemirandina agir bi temamî zehmete. Asêbûna cih tengbûna kolanan astebgek mezine ji Timên agirvemirandinê re.Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê, Emîd Şuwan Ebdulqadir derbarê sedema kontrolnekirina agir de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Piraniya kala û kelûpelên di nava dikanên vê bazarê de qumaş û bêhn û spray bûn, di vê beşa bazarê de ku agir li vir maye, jêrzemîna bazarê ye, rêya çûna nav jêrzemînê jê zehmet e û tîmên me nikarin bigihin kûrahiya jêrzemînê ye, lê belê hewlên me jî berdewam in û agir nêzîk e ku were kontrolkirin.”Derbarê sedema agirpêketina bazarê de jî, Emîd Şuwan Ebdulqadir da xuyakirin: “Heta niha sedema agirpêketinê aşkere nebûye, heta ku em neçin nav û lêkolînê nekin, em nizanin ku sedem çi ye.”Derbarê zirarên wê bûyerê de jî, Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê diayr kir: “Tenê jêrzemîn û du dikan li serî şewitî ne, ti zirareke canî çê nebûye. 

Back to top button