Polîtîk

Hêzên pêşmerge li Çiyayê Metîna cih bûn

Piştî zêdebûna bombebaranên Tirkiyê li sînorê Zaxo û bi tevgerxistina Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê bo navçeyê, hêzeke Pêşmergeyên Zêravanî jî di asta fewcekê de li ji duh Sêşemê ve li Çiyayê Metîna hatine bicihkirin.

Cemal Emînkî, Supasalarê Pêşmerge derbarê bicihkirina wê hêza Zêrevanî ji Radyoya Rûdawê re ragihand, ev yemek car nîne ku hêzên Pêşmerge li navçeyên sînorî tên belavkirin ku hêz jî li navçyê kêm bûbûn ji ber şerê DAIŞê û heta radeyekê valahiya emnî li wan navçeyan çê bûye.

Supasalarê Pêşmerge tekez dike, niha rewş baştir e û dibe bikarin sûd ji beşeke Hêza Pêşmerge bibînin û li çend cihên hestyar ên navçeyên sînorî bicih bikin û got, “ew navçeyên ku valahî tê de çê bûye li nêzikî Zaxo, hem Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor li wan deveran çend xal girtine û herwiha Hêza Fermandariya Duhokê jî çend xal girtine.”

Pêştir jî Hêzên Pasewanên Sînor ku ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ne, li çend cihên derdora Zaxo belav bûbûn û li çend xalên sînorî yên herdu nahiyeyên Batîfa û Derkar bicih bûbûn. Ev jî piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê û serdankirina Fermandariya Hêzên Pasewanên Sînor bû bo nexweyê.

Supasalarê Pêşmerge derbarê vê mijarê de amaje bi wê dike, hemahengî di navbera Hêza Pêşmerge û Hêza Pasewanên Sînor de heye û dibêje, “Destpêka operasyona Tirkiyê şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê serdana wan navçeyan kiribû, ew dixwazin hemahengî di navbera Hêza Pasewanên Sînor û Hêza Pêşmerge de hebe.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 15.06.2020 operasyona asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ û roja 17.06.2020 jî operasyona zemînî ya bi navê ‘çengê Piling’ bo ser pêgehên gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin.

Li gor dawîn zanyariyên Rûdawê, di vê operasyona dawîn de, Tirkiye bi dirêjiya 45 ta 50 kîlometre û bi kurahiya 15 ta 30 kîlometre ketiye nav sînorê nahiyeya Batîfa. Ji ber wê yekê hikûmeta Iraqê Hêza Pasewanên Sînor li cihên li sînorê herdu bajarokên Batîfa û Derkar li nêzikî wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebarankirin, bicih kirine her yek li bilindahiyên Kela Şabanyê û Siyar Bena li sînorê Batîfa û Kela Dêrê li sînorê Derkarê ser bi qezaya Zaxo ve.

Roja Duşemê, 06.07.2020 jî Serokomariya Tirkiyê nexşeya hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê belav kir ku ji 37 xalên serbazî pêk dihat û parlamenterên Iraqê jî wê leşkerkêşiya Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê bi binpêkirina serweriya xaka Iraqê binav dikin û dibêjin, divê Iraq li Netewên Yekbûyî û Encûmena Asayişê gilî li dijî Tirkiyê tomar bike.

Nexşeya xalên serbazî yên Tirkiyê li sînorê Soranê ve li bakurê rojhilatê Herêma Kurdistanê ta sînorê Zaxo li bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê li xwe digire û hevdem 3 xalên serbazî jî li nêzikî Hewlêr, Başîk û Duhokê destnîşan kirine.

Her di wê nexşeyê de bi heman şêwe ew cih jî hatibûn diyarkirin ku di bin kontrola gerîlayên PKKê de ne.

Li gor wê nexşeyê hemû ew cihên ku gerîlayên PKKê tê de ne, jibilî Çiyayê Qendîl û xalek li nêzîk Qeladizê, Şingal û Mexmûrê, bûne navçeyên şerê rasterast û leşkerên Tirkiyê tê de hatine bicihkirin.

Back to top button