Cîhan

650 dilxwazên îstîxbaratê wê guh nedin fermanên hikûmetê

Li Îsraîlê bertekên li dijî pêşnûmeya qanûnê û polîtîkayên nîjadperest yên koalîsyona rastgirên tund yên bi pêşengîya Serokwezîr Benjamin Netanyahu zêde dibin.

Di hefteya 11emîn a xwepêşandanan de, dema ku bi deh hezaran kes qad tije kiribûn, komek xwebexşên ku di sazîyên îstixbaratê de dixebitin, ragihandin ku ji îro û pê ve ew ê li hemberî hikûmetê hin fermanên peywirê pêk neynin. 

Li gor tê ragihandin, 450 leşkir û 200 operatorên êrîşa sîber yên ku di îstîxbarata derve Mossad û îstîxbarata navxweyî Shin Bet de dixebitin, ragihandine ku ewê guh nedin fermanên hikûmetê.   

Ji aliyê din, Netanyahu belavbûna xwepêşandanan yên di nav refên leşkerî de şermezar kir.

Rêvebirê berê yê Shin Bet Nadav Argaman, ji Kanala 12 re axivî û got, “Dema welatek tê ber sînorê dîktatorîyê, îhtîmal heye ku servîsên wî yên ewlekarîyê têk biçin, rewş pir xeter e”.

Serdarekî îstîxbaratê di bernameyek radyoyê de axivî û got ku “Em banga bêîteatîyê nakin, em daxwaza rawestandina karê xwebexşîyê dikin”.

 

 

Back to top button