Kultur

60 zanîngehên cîhanî li konferansekî akademî ya Hewlêrê komdibin

Biryare li destpêka meha nîsanê de 60 zanîngehên cîhanî ji çendîn welatên Ewrupa û Rojhilata Navîn da beşdarî li konferansekî akademî da bikin ku koleja zanîstên îslamiyan li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê saz dike. 

Dr Mihemed Şakir Mihemed, Ragirê Koleja Zanistên Îslamiyan li vî derbarî de got: Eve yekem konferansa zanistî û akademî ya koleja zanistên îslamiyane ku li jêr navnîşana (Kayeyên Aştevayî û Civakî Xwendinekî Îslamiyane li Jêr Ronahiya Rastiya Hevçerx da) bi beşdariya 25 welatên Ewrupî û Erebî li destpêka meha nîsanê da bê li bajarê Hewlêr tê saz kirin. Li vê konferansê da ku hejmarekî zêdeyê kesayetiyên cîhanî têda beşdar dikin, yek ji wan jî Serokê Yekîtiya Zanîngehên Ewrupa û Emîndarê Giştî yê Zanîngehên Erebî û Serokê Zanîngeha Ezher û çendîn kesayetiyên dinê li Ewrupa û Asya beşdar dibin, li van sê‌ rojan da nêzîkî 300 lêkolînên zanistî ji aliyê 60 zanîngeh û navendên cîhanî ve di derbarê pirsên aştevayî civakî dixine rû û dê guftûgoyê li ser bikin. 

Back to top button