Civak

Karwanek din ê arikariyê berê xwe da rojavayê Kurdistanê

Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî karwanek din yê arikariya mirovatî rêdike rojavayê Kurdistanê.

Piştî êrîşa Tirkiye û arteşa azad li rojavayê Firatê û rojavayê Kurdistanê gelek xelk ji cihê xwe bibûn û jiyana wan bi tunehiya xwarin, derman û kona gelek nexweş bibû. Di destpê de heta niha Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî bi hewara xelkê rojavayê Kurdistanê çû. Herweha herêma Kurdistanê deriyên xwe ji penaberan re vekir.

Niha jî ev cara pêncêye Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî karwanek mezin yê arikariyê rêdike rojavayê Kurdistanê. Ji bo ev arîkarî bigihin xelkê pêwistî li arikariyê heyî, komite hatine avakirin û berpirsên Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî belavkirina arîkariyê dişopînin.

Back to top button