Polîtîk

Em daxwaziya mafên xwe yên yasayî dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de ragihand ku wan bi niyeteke rastgo bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana xwe pêk anîne.

Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û yekalîkirina dosyeyên petrol û bûdceyê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir.

Şanda Herêma Kurdistanê ji bilî Serokwezîr ji wezîrên Darayî, Pêşmerge, Dad, Navxwe û çend berpirsên din pêk tê.

Şanda pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtina xwe ya yekem a li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salik pêk anî. Mesrûr Barzanî û şanda pê re li Koşka Selam ji aliyê Berhem Salih ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokomariya Iraqê, di hevdîtinê de herdu aliyan gotûbêj li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kirine û tekezî li ser hevkariyê kirine.

Herdu aliyan amaje bi wê yekê kirine ku pirsgirêk li ser binyatên destûra bingehîn, sepandina dadperweriyê û di berjwendiyên xelkê de bêne çareserkirin.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku peywendiyên dostane bihêztir bibin.

Hevdîtina duyem a Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bû.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê ragihand ku Ebdulmehdî kêfxweşiya xwe li beramberê pêkanîna kabineya nehem a Herêma Kurdistanê nîşdan daye û pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kiriye.

Adil Ebdulmehdî eşkere kiriye ku hikûmeta wî pêşwaziyê li daxwaz û arîkariyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya yekparçeyiya Iraqê de dike.

Ebdulmehdî destnîşan kiriye ku Bexda amadeye bo çareseriya kêşeyan û ew yek jî di berjewendiya hemû Iraqiyan de ye.

Li gor daxuyaniyê Mesrûr Barzanî jî ragihandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevhangiyê ligel Bexdayê bike bo başkirina peywendiyan û çareserkirina pirsgirêkên hene.  Mesrûr Barzanî daye zanîn ku piştî wergirtina posta serokwezîriyê xwestiye weke serdana yekem a derve bo Bexdayê bike .

 

Şanda Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî ve hatinpêşwazîkirin.

Hevdîtina Mesrûr Barzanî û şanda Kurdistanê li gel Helbûsî, piştî hevdîtina wan a bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê hat.

Di heman demê de Serokê Parlamentoya Iraqê, da xuyakirin ku niyteke baş li nav Parlamentoya Iraqê heye, ji bo çareserkirina tevahiya nakokiyan û got, ku ji bo vê mebestê jî, ew amadekariyên xwe yên siyasî û yasayî li gorî destûrê dikin.

Di vê hevdîtinê de jî heman mijar hatin gotûbêjkirin.

Piştî bi dawîbûna civînê Mihemed diayr li ku ew gelekî kêfxweş in ji bihêzbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê jî nîşaneya niyetpakiyê ye.

Mesrûr Barzanî ji Mihemed Helbûsî re gotiye: “Serdana şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê piştî roja yekem a pêkhatina hikûmetê niyeta qenc derdixe holê bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi ruhikî birayane.”

 

 

Back to top button