Polîtîk

50 termên DAÎŞ li qada şer man

Li başûrê bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê şerekî giran di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û niha 50 termên wan çekdran li cihê şer mane.

Alîkarê berpirsê eniya Guwêr-Mexmûrê Dr. Aras Heso ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 21:30 şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket û heta seat 23:00 berdewam dikir.”

Dr. Aras Heso wiha got: “Çekdarên DAIŞê êrişî gundên Til Şeîr, Sultan Ebdulah û Tilrîmê li eniya Guwêrê kirin lê êrişa wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ve hat têkbirin.”

Heso ragihand: “Niha 50 termên wan çekdran li cihê şer mane. Ev yek serkeftineke mezi e. Ev cara yekê ye ku li vî sînorî 50 termên DAIŞê dikevin destê me de.”

Alîkarê berpirsê eniya Guwêr-Mexmûrê da zanîn ku, “Gellak xelkê biyanî di nava wan kuştiyan de ne. Niha em dixwazin nasbikin ku çend biyanî ne û çend jî iraqî ne.”

Derbarê ziyanên Hzêên Pêşmerge jî, Dr. Aras Heso got: “Tenê pêşmergeyek birîndar bûye û ti Pêşmerge şehîd nebûye.”

Back to top button