Cîhan

50. Salvegera Şoreşa Kubayê

Kuba li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi şoreşekî ve dewletekî komonîst damezirand û îro jî 50. Salvegera şoreşê pîroz dike.

Sazumankarê Şoreş û serokê berê yê Kubayê Fîdel Castro ji ber pirsgirêkên nexweşiyê tev lî pîrozbayiyê şoreşê nebûye.

Fîdel Castro yê 82 salî,  berê ya du salan ji roviyên xwe ameliyat bû û ji wê rojê heta niha li pêşberî xelkê nebûye.

Serok Dewletê Kubayê Raul Castro li bajarê Santiago de Cubayê ji bo pîrozbayîya şoreşê axaftinek kir û got : Em dikarin li hemberê gefên Emerîkayê 50 salên dî jî berxwe bidin. Dijminê me êrîşkar û xaîne. Naxwazim tirsek bidim ji kesekî re, lê rastî wiha ye.

Gotarê Raol Castro pirrê caran bi dirûşmên wekî ‘’Her bijî Fîdel, Her bijî Şoreş, Her bijî Kuba’’ hatiye birîn.

Di 50 saliya şoreşa Kubayê de, li wê welatê xizmetguzariyên perwerdehî û tendûristiyê belaş e. Mehaniyên xebatkaran jî di navbera 25 û 50 dolarê de digûhere.

Kuba ji sala 1962’yê heta niha di bin gemaroya bazirganiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye.

Back to top button