Cîhan

Amerîkayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mike Pompeo pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, ji ber berbijêrkirina wî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, ku di derbarê civîna navbera Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Serokwezîrê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de ye, tê gotin: “Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo diyaloga berdewam a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê kiriye.”

Wezareta Derve ya Ameîrkayê herwiha ragihandiye: “Mike Pompeo tekezî li ser giringiya pêwnediya stratejîk li gel Iraqê û pêwendiya dostane û demdirêj li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku bo ewlehiya dualî û seqamgîriya navçeyê giring e.”

Duh çarşembî 8ê Çileya 2019 piştî nîvro, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de, bi serdaneke fermî serdana Herêma Kurdistanê kir û her di heman rojê de li Hewlêrê li gel serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anî.

https://www.state.gov/r/pa/prs/ps/2019/01/288399.htm

Back to top button