Polîtîk

Serokwezîr Barzani pêşwaziya wezîrê derve yê Amerikayê kir

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Îro Çarşembî 9ê Kanûna 2019an, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo bi rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê.

Mike Pompeo û şandeya pê re piştî hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin û civîna navbera herdu aliyan dest pê kir.

Wezîrê Derveyê Amerîkayê di berdewamiya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, biryar e li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî hevdîtinê bike

 




Back to top button