Hevpeyvîn

Divê di hemû tifaqan de prensîbên me netewî bin

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye M.Emin Kardaş dibêje :Helwesta PDK-T bi salaye ku diyare ji bedêla parlamento dibêje em ji muxtariya gûndê xwere namzetin da ku em di welatê xwe de bibin desthilatdar.

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî di rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

M.Emin Kardaş: Wekî hemû hilbijartinên li Kurdistanê ku çebûn a 2019 jî li Bakurê kurdistanê di şert û mercên zor û ne bi dadwerî bipêk tên

a) Zagonên partiyên siyasî. ne demokratîk in

b) Derfetên ku dewlet didê, partiyan çi maddi be, çi siyasî bê ne adîlane ne. Kandtên kurd nikarin di propagandayên hilbijartinan de xwe ji gel re bidin naskirin (ifadekirin)

d) Li bakur kurd di rewşeke gelek ne erênî de dikevê pêvejoya hilbijartinê ji ber ku bakur iro hemi dibin bandora qeyûma de ye.

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

Kardaş: Partiyên kurdên netewî; ji ber vê sîstema ne demokratik ya zagona partiyên siyasî nikarin beşdarî hilbijartina herêmî ya Adar’a 2019 bibin, divabê bi kandîdê serbixwe an jî ligel partiyeke din beşdarî hilbijartinê bibe ev jî dibe sedemê zahmetiyan

a) Heri baş diva bû em hemû partî li gel hev bûna. Me partiya Demokrata Kurdistanê Tırkiya got eger em hemû partiyên netew yên ku mafê beşdari hilbijartinê bibin ne sitandine diva be ligel hev hevkariyeke çêbiki, ji vê re em amadene. Lê mixabin ev nehat pejirandin, her partiyek man ku biryara xwe bi xwe bide

b)Bi namzetê serbixwe jî ji ber ku hinek partiyan westin cûda, cûda(ne bi tifaq) serbixe namzeta danin.

Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawe dibînin?

Kardaş: Helwesta PDK-T Bi salaye ku diyare ji bedêla parlamento dibêje em ji muxtariya gûndê xwere namzetin da ku em di welatê xwe de bibin desthilatdar. Ji ber vî awayî me go kîjan partî dibe bila bibe ku li deriyê me bixê em dê pêre rûnin . minaqeşa bikin. Hilbijartin ne meselekî stratêjike. Tenê me xwest pênc salan em bê helwest nemînin, divabê em helwest û xizmeta miletê xwe bikin, xwe şani gelê xwe bidin..

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî bê avakirin?

Kardaş: Em li herder ê û herdem ê tifaqa kurdan li gel hev weke nan û av pêvîste.

Wekî me got ji hilbijartinê re prensip ne pêvistin, hilbijartin rûdaneke demkî ye ger em prensiban niqaş bikin hilbijartin bila bi qedin emê hemi presiban danin ser masê û gûftûgo bikin lê tenê prensibên me dê presîbên neteweyî bin. Silav û rêz.

3 Adar 2018

Serokê Giştî ye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-)

Mehmet Emin KARDAŞ

Back to top button