Hevpeyvîn

Divê Başûrê Kurdistanê bighije kultureke polîtîk a nû

Abit Gûrses bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Partî gellek lokal dimînin. Partiya herî kevn PDK hîn jî li mintiqa Silêmanî, Germiyan û Kerkûkê; YNK û Gorran jî li Hewlêr û Duhokê wek pêywist deng nastînin.

Pirsên Rojevakurd:

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

 

Bersiva pirsên Rojevakurd :

 Abit Gürses

Hilbijartina dawî ya Parlamentoya Kurdistanê çend xalên girîng derxistiye holê.

Yek jê qelsbûn, jarbûn, nizmbûn, kêmbûna rêjeya (nîsbeta) bêşdariya gel di hilbijartinê da ye. Divê partiyên hikûmetê beriya herkesî jî PDK (eger YNK jî xwe partiya hikûmetê bihesibîne ) ji vê encamê dersan derxînin. Hêvîya gel ji van partiyan neşikestiba dê bi rêjeyeke bilind biçûya ser sandoqên dengdanê… Hêvîya xelkê ji partiyên hikûmetê ra qels bûye…

Duyem, qelsbûn, jarbûna profîlên berbijêran (kandidatan) e. Parlamentoya Kurdistanê divê fonksiyonel be, ne weka Meclis el şeeb a rejîma Sadddam yan jî rejîma BAAS be. Divê kadroyên hikûmetê bikevin hilbijartinan, bikevin parlamentoyê da ku bikaribin bibin wezîr û serokwezîr. Eger ev neyê guhertin wezîr û serokwezîr xwe di ser parlamentoyê ra bibînin.

Sêyem dabeşbûna (parçebûna) sîyasî ye, ango lokalmayîna partîyan e. Partiyên Başûr hîn jî nebûne partiyên serta serî ya hemû Başûrê Kurdistanê. Partî gellek lokal dimînin. Partiya herî kevn PDK hîn jî li mintiqa Silêmanî, Germiyan û Kerkûkê; YNK û Gorran jî li Hewlêr û Duhokê wek pêywist deng nastînin.

Çarem, çewtî, şaşitiya 26 salan berdewam e, ew jî berdewamiya olîgarşîya Politbûroyên PDK û YNK ye. Divê parlamento zêdetir, bêhtir fonksiyonel be, ne ku di bin emrê politbûroyan (mekteb siyasîyan) da be.

Rewşa siyasî ya Başûr ne baş e. Xwazî ez şaş bama. Belkî ez şaş bim jî… Ez bawer nakim sîyasetmedarên Başûr tenezul bikin bîr û raya me ciddî werbigrin. Hetta belkî gellek sîyasetmedarên Başûr di dilê xwe da dibêjin, ma hûn kî ne ku rexne li me digrin. We li Bakûr mafê zimanê Kurdî bi dest nexistî ye, qe nebe em federalî ne. Hikûmetek me heye, alayek me heye, parlamentoya me heye, dam û dezgehên me hene. Pêşmergeyên me hene ûhwd. Rast e… Li Başûr destkeftiyên me hêja hene û divê em van destkeftiyan mîna ronîya çavê xwe biparêzin; her wûha bê minnet û bê sansûr ji bo pêşdabirina, tekûztirkirina rewşa Başûr emê raya xwe jî bêjin.

Sedema nebaşbûna rewşa siyasî ya Başûr gellek in lê ya herî girîng problemên bunyevî yên partiyan bi xw ye. Kî dizane ku YNK siba siyasetek çava bajone? Kî dizane organên meşrû, selahiyeta (desthilata) meşrû ya YNK di destê kîjan kadro yan grupan da ye? Kî dizane, kî pêşbînî dike ku siba Gorran û Komel çi bikin çi nekin? Kî dizane piştî rêzdar Mesud Barzanî rewşa PDK çava dibe?

Wek elfabeya (a b c ya) sîyasetê, em dizanin hebûna partiyên siyasî temînata demokrasiyê ne. Lê partiyên çava? Partiyên ku nikaribin kongra xwe meşru û periyodîk çêkin, wê çava bibib temînata demokrasiyê? Partiyên ku hin biryara Kurdistanîbûn û Iraqîbûn nedabin dê çava bibin temînata sistema siyasî ya Kurdistanê?

Partiyên ku hesaba Kerkûkê, Şingal û deverên din ku ket bin desthilatiya hikûmeta Baxdayê neda bin, dê çava bibin hêvîya millet?

Bi kurtebirî, divê Başûrê Kurdistanê bighije kultureke polîtîk a nû.

Ez, hez ji rêzdar Mesûd Barzanî dikim. Bi îradeyeke pola, di gel hemû tehdîdan bi alîkarî û piştgiriya kadroyên Kurdistanî yên di nav partiyên Başûr da Referandûma Serxwebûnê pêk anî. Iradeya milletê Kurd derxist holê, Kurd tapuya Kurdistanê wergirtin. Her wuha di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê da rola Barzaniyan gellek giring û pîroz e. Di gel vê jî çima 40 sal e rêzdar Mesud Barzanî serokatiya PDK dike? Ma ne bes e? Xwedê sihhetek baş, emreke dirêj bide kak Mesud, eger siba du siba tiştekî nebaş biqewime wê rewşa PDK çava be?

Min berê jî çend cara nivisîbû. Celal Talabanî felc bû, YNK jî felc bû! YNK felc bû, hikûmeta Kurdistanê jî felc bû! Ev çend sal e, YNK nikare kongre xwe bicivîne. Kurê Talabanî, biraziyên wî Kerkukê teslîmî, radestî hikûmeta Iraqê û milisên Şîa (Heşda Şabî) dikin, weka ku tiştek nebûye, dikarin li ser navê YNK tasarrufan bikin. Pavel Talabanî di gel hemû şeqên YNK dicive, serokkomarê Iraqê tayîn dike! Li gel birêz Nêçîrvan Barzanî rûdine bazariyên sîyasî dike! Çava Pavel Talabanî li ser navê YNK dikare tasarrufan bike? Çava Nêçîrvan Barzanî li ser navê YNK wî kesî wek partner qebûl dike? Kîjan kultur, kîjan prensîp, kîjan aqil, kîjan mantiq, kîjan wijdan vî tiştî qebûl dike?

Ji xeynê van tiştan, tehdîda İran û hikûmeta Iraqê. Tehdîda Tirkiye. Ne zelalbûna siyaseta Amerîka Ewrupa. Ne dîyarbûna siyaseta Rusya bi avayeke negatîf tesîr li Başûr dike.

Bila redaksiyona Rojevakurd li min bibore, bi rastî ez nizanim Rojevakurd ji van têbiniyên min aciz dibe yan na, lê divê em realist bin.

Pirsa hikûmetek çava, bêguman ji bo helwesteke hevpar li hember hikûmeta navendî ya Iraqê, li hember Iran û Tirkiye, ji bo pêywendiyên navneteweyî û tememkirina, berdewamkirina prosesa milletbûn û dewletbûnê (nation building) hikûmeteke bingeh firewan neteweyî pêwist e. Lê hemû hikumetên bingeh firewan hantal in, giran in, nikarin biryarên stratejîk û heyatî zû bi zû pêkbînin.

Eger hemû aliyên siyasî ku li parlamentoya Kurdistanê da cîh girtine bikaribin li ser programeke muşterek li hev bikin, ji bo pêkanîna programa xwe mekanîzmayên kontrolê deynin, mueyyedeyan tesbît bikin, çima na? Ez bi xwe bawer nakim beşekî YNK, Komel û beşekî Gorran bikaribin li ser programeke neteweyî bi îstiqrar kar bikin, bibin alîkar. Ji ber vê yekê PDK dikare bi serê xwe jî hikûmetê ava bike. Lê em hemû baş dizanin ku sistema siyasi ya Başûrê Kurdistanê ne gihaye wê merhaleyê ku partiyek du partî bibin hikûmet, hin partî jî bibin muxalefet (opozisyon). Divê êdî partiyên Başûr jî fêrî hikûmetbûn, û muxalefetbûn (opozisyon) bibin…

Programek çava, programeke Ji bo parastina destkeftiyên Herema Kurdistanê.

Amadekirin û xistina dengdanê destûra esasî ya herema Kurdistanê.

Tesbîtkirina stratejiya neteweyî ya giştî.

Pêkanîna madde 140 ya destura Iraqê.

Hejmartina nifûsa orijinal û organîzekirina plebisit li Kerkûkê û dewrên veqetandî.

Yek xistina hêzên pêşmerge, li bin fermandariyeke muşterek.

Derxistina qanûnên sîstema askeriyê.

Yek xistina hêzên parastinê.

Yek xistina hêzên asayîş û polîs.

Yek xistina bûrokrasî (idarî),

Butçeyeke şeffaf, mekanizmayên kontrolê ji bo maliyeya hikûmetê.

Danîna sistema skat, deribe (vergi)

Modernîzekirina sîstema dadweriyê (edaletê).

Bilindkirina kalîteya perwerdeyê.

Tesbîtkirin û şeffafkirina hemû lihevhatinên samanên siruştî.

Pêşdabirina industri û ziraatê.

Baştirkirina rewşa ekonomîk ya grubên feqir. Ûhwd.

Bi hêvîya ku hikûmeteke guncaw û karîger demeke nêz da bê avakirin. Çiqas rexneyên me hebin jî, em çiqas rexne li hêzên Başûr bigrin jî, divê em Başûrê Kurdistanê mîna roniya çavê xwe biparêzin.

 

Back to top button