Hevpeyvîn

PDK ji bo nerewabûna îşgala Kerkukê nîşan bide, li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê nebû

Beriva pirsên Rojevakurd de Îbrahim Guçlu got: PDK di hilbijartina giştî ya Iraqê de bû partiya yekemîn, ji bona hikûmet ava bibe, bû aktoreke girîng; wê demê li Kurdistanê rewş baştir bû. Lewra Emerîka û ew desthilatdarên Kerkuk îşgal kiribûn, di hilbijartinê de şikest xwarin.

Guçlu bersiva pirsa dide:


Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

BERSÎV: LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, LI PIRDÊ PLANA MEZIN YA XIRAKIRINA DERWLETA FEDERE YA KURDITSANÊ ŞIKEST, BER BI BAŞIYÊ ÇÛ…

Wek tê zanîn di 25ê İlona 2017an de li Kurdistanê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê Şoreşeke Milî Ya Siyasî qewimî. Stratejiya hemû kurdan û partiyên Kurdistanê hat guhertin. Di referandûmê de biryar hat dayîn ku Dewleta Kurdistanê ava bibe.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji bona hemû kurdan û çar parçeyên Kurdistanê bû Roja Cejneke milî û roja şayî ye û roja kêfxweşî ye.  Ji bona dijminên neteweya kurd û Kurdistaniyan jî, bû roja tirsê û roja şînê û roja tarî.

Dewletên dagirker û kolonyalîst ji bona ku encama referandûmê ji holê rakin û pêşiya pêvajoya Dewleta Kurdistanê bigrin; xwestin bi hev re sê planên qirêj û xeter bixin jiyanê.

Plana yekemîn, ji xayinên li Kurdistanê hene, piştgirî bigirin êrişî Kurdistanê bikin. Kekuk û hewirdotra Kerkukê îşgal bikin.D” vê planmê de bi serketin. Ew jî, ji bona kurdan bû roja tarî û roja reş. Hemû kurd xemgîn bûn.

Plana duyemîn, him îşgala Kerkukê plan kirin, him jî xwestin ku di nav kurdan da şerênnavxwe derxin. Lewra xayin ji nav rêxistinên Kurdistanê bûn, ji nav YNKê û Goranê derketibûn. Lê Serok Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê nehatin vê lîstikê. Bi fedekarî û demekê tehemûlî îşgala Kerkukê kirin, pêşiya şerê navxwe girtin.

Plana seyemîn, bi taveyî Kurdistan îşgal kirin û Dewleta Federe ya Kurdistanê xırabkirin bû. Ji bona vê jî diviya bû ku di destpêkê de Hewlêrê îşgal bikin. Pişt re jî tevayî Kurdistanê îşgal bikin. Encama vê planê êrişî Hewlêrê kirin, li Pirdê û Shêlê û Mahmudiyeyê dijmin şikest xwar.

Wê demê rewş ber bi paş zivirî. Dijmin dît ku nikare zora Kurdan bibe. Heger şer û îşgalê pêşve bibin, şerekî dijwar dê çê bibe, di encamê de kurd dikarin Kerkukê paşve bigrin.

Îîşgala Kerkukê nebû sedem ku Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, PDKê, dest ji encamên regefandûmê berdin. Bi qerardarî Referandûm û encamên referandûmê  parastin. Li ser wê stratejiyê meşiyan. Hîn jî vê stratejiyê dimeşînin.

Desthilatdariya Kurdistanê, dîplomasiyeke navneteweyî û serkeftî meşand. Bi îşgala Kerkukê Îran li Iraqê xûrttir bû. Loma jî di van xebatên dîplomiyê de li welêt û li derveyî welêt, hêzên navneteweyî yên ku ji îşgala Kerkukê bibûn alîkar, bi taybetî jî Emerîka poşmaniya xwe diyar kirin, ku piştgiriya referandûma Serxwebûna Kurdistanê nekirine.

Piştî îşgala Kerkukê, li Iraqê jî rewş baş nebû. Li Iraqê û bi taybnetî jî li Basrayê serhildanên siwîl dest pê kirin. Li Basrayê piştgiriyeke xûrt ji Serok Mesûd Barzanî re hat nîşan dan.

Di heman dem de piştî ku PDKê di hilbijartina giştî ya Iraqê de bû partiya yekemîn, ji bona hikûmet ava bibe, bû aktoreke girîng; wê demê li Kurdistanê rewş baştir bû. Lewra Emerîka û ew desthilatdarên Kerkuk îşgal kiribûn, di hilbijartinê de şikest xwarin.

Piştî wê merheleyê Serok Barzanî û desthilatdarên Kurdistanê zêdetir xûrt bûn, zêdetir ji encama Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re xwedî derketin, li dijî îşgala Kerkukê xebata xwe pêş xistin.

Her çiqas di serokkomarî de PDKê darbe xwaribe jî, di avakirina Hikûmeta Federal ya Iraqê de bû xwediyê roleke mezin.

Hîç şik tune ye ku dema li Başûrê Kurdistanê hilbijartieneke serkeftî û demokratîk pêk hat, Serok Barzanî û partiya wî bûn partiya yekemîn, rewş li Kurdistanê baştir bû.

Avabûna hikûmeteke xurt li Kurdistanê, diyar e, ku  rewş dê hîn ber bi baştir be.

 

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be? 

 

BERSÎV: DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GOR DEMOKRASIYE HIKÛMET AVA BIBE. EV JÎ GOR ENCAMA HILBIJARTINÊ DIBE. DIVÊ HIKÛMETEKE MILÎ AVA BIBE. DI DEMOKRASİYAN DE DIVÊ HIKÛMETEKE Û MIXELAFETEKE XÛRT HEBE.

Li Başûrê Kurdistanê, bi referandûma serxwebûna Kurdistanê û encamên wê; îşgala Kerkukê qonaxeke nû û miladeke nû dest pêkir. Hemû partî, serok û berpirsiyarên partiyan hatin ceribandin. Helwesta li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji encamê referandûmê re, ji dewleta Kurdistanê re xwedî derketin, li dijî îşgala Kerkûkê bûyîn, an nebûyîn, ji bona partiyan bûn pîvanekê. Rewşa partiyan zelal bû.

Loma gelek partî hene ku welatparêziya wan û miılîbûna wan bi niqaşe ye.

Divê gora van şertan hikûmetek, hikûmeteke milî ava bibe.

Ji aliyê din ve, ev hikûmeta Kurdistanê dê ji hikûmetê demên berê cudatir be. Lewra li pêş hikûmeta nû xebat û wezifeyên gelek stratejîk hene. Bes hikûmeteke milî ya xûrt dikare van wezîfeyên stratejîk pêk bîne.

Dema ku em bi wan pîvanan û gor demokrasiyê li avakirina Hikûmeta Kurdistanê binêrin, ev rastiyan derdikevin pêş me.

Di hilbijartina giştî ya Başûrê Kurdistanê de PDKê bû partiya yekemîn. Divê bi destê PDKê mitleqa hikûmet ava bibe. Dema ku ez şertên Başurê Kurdistanê û, dîroka Tevgera Milî ya Kurdistanê, rolên partiyan didim ber çav jî, ez dibînim ku bê PDKê Kurdistan îdare kirin, mimkun nîn e.

PDKê jî divê gor wezîfeyên stratejîk yê nû û milî, rewşa hemû partiyan baş bide ber çav û şirove bike, hikûmetê ava bike.

Pîvana yekem: Di referandûmê de helwesta partiyan pîvaneke girîng e. Di destpêkê de ji derveyî PDKê hemû partî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Pişt re YNKê mecbur bû ku ji referandûnmê re piştgirî bike. Lê YNKê jî bi hemû berpirsiyarên xwe piştgirî nekirin. GORAN û partiyên îslamî jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Pişt re ew jî mecbûr bûn, ku kerhen ji referandûmê re piştgirî bikin.

Pîvana duyemîn: Li dijbûn û piştgirtîbûna îşgala Kerkukê ye. Goran û beşekî mezin yê YNKê raste rast ji îşgala Kurdistanê bûn alîkar. Rê dan ku tevayî Kurdistanê îşgal bibe, Dewleta Federe ya Kurdistanê xerab bibe. Ji bona ku pêşiya îşgala Kurdistanê bêgirtin û Dewleta Federe ya Kurdistanê bê prastin, pêşmergeyan li Pirdê, li Shêlê, li Mehmûdiyê û li deverên din şer kir, ew nabûn alîkar. Helwesteke pozîtîf ya siyasî jî nîşan nedan.

Pîvana seyemîn: Ji encama referandûmê û ji Dewleta Kurdistanê re xwedî derketine. Ji derveyî PDKê û Serok esûd Barzanî, serok û partiyên din, bi taybetî jî piştî îşgala Kerkukê û êrişên dewletên dagirker û kolonyalîst bêdeng man. Ji encama referandûmê re xwedî derneketin.

Pîvana çaremîn:Ji bona îşgala Kerkukê ji holê rabe, xebat tê kirin, an na mijareke stratejîk e. Ji derveyî PDKê di vê mijara stratejîk de jî xebat û hewildan tune ye. PDKê ji bona ku nerewabûna îşgala Kerkukê nîşan bide, li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê nebû. Hezar mixabin partiyên din, ji bona berjewendiya xwe yên grûbî beşdarî hilbijartinê bûn. Deng nedan serokê Meclîsa Kerkûkê û waliyê Kerkukê.

Pîvana pêncemîn: Helwesta partiyan di derbarê serokkomarê Iraqê de ye. Bi taybetî YNKê, di mijara serokkomarî de li dijî berjewendiya neteweya kurd û Kurdistanê tevgeriya. Bê exlaqî kir. Kesekî di du hilbijartinand de deng ji gel negirtibû û ji YNKê veqetiya bû û kesekî narsîst û egoîst kir namzet û ereban jî ew kir serokkomar. Bi metoda nekurdî ya mamzete serokkomarI tespît kir, bû sedem ku Berhem salah kurdan ne, Îran û erebên Iraqê temsîl bike.

Pîvana şeşemîn: Li Kerkukê îşgal rabûn u referandûm xwestin. Ev jî ji bona dinyayê bê diyar kirin ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye. Divê ev referabndûma derî pêş referandûma serxwebûna Kurdistanê nebe.

Pîvana heftemîn: Makezagona federal bi her awayî pêk anîn û cî bi cî kirin.Ji derveyî PDKê, Partiyên Kurdistanê di vê mijarê stratejîk de jî ne zelal in û qerardar jî nîn in.

Pîvana heştemîn: Divê hikûmeteke ku demokrasiyê li Kurdistanê fireh û kur bike, ava bibe. Demokratîzebûna Kurdistanê derxe pêş. Reformên milî û siyasî û civakî pêk bîne. Ji derveyî PDKê, partiyên din jakoben, otorîter, totalîter, ne demokrat in.

Pîvana nehemîn: Li hemberı dewletên dagirker û kolonyalıst; hêzên biyanî helwest girtin e. Hezar mixabin Goran û YNK û Partiyên îslamî di vê pirsê de xwediyê helwesta ne baş û ne milî ne. Bi dewletên dagirker re hevşirêdana wan heye.

Dema ez van hemıû pîvanan tînim berçav, divê PDKê ji dervyeyî Goran û YNKê hikûmetekê ava bike. Di hikûmetavakirinê de pîvanên demokrasiyê û berjewendiyên milî derxe pêş.

Di demokrasiyan de hikûmeteke xûrt û mixalefeteke xûrt, welêt pêş dixe. Ew ji bona Kurdistanê jî pêwîstiyek e.

 

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê?

BERSÎV: ÎŞGALA KERKUKÊ JI HOLÊ RAKIRIN Û ENCAMA REFERANDÛMÊ MEŞANDIN…

Di avakirina Hikûmeta Kurdistanê de  wek min li rêzên jorîn jî diyar kir rol û mîsyona û wezîfeya girîng li ser milê PDKê ye. Lewra di hilbijartina Giştî ya Kurdistanê (30 îlonê) de PDKê ji sedî 45 deng girt û bû xwediyê 45 parlamenteran.

Loma jî nûha PDKê ji bona avakirina hikûmeta nû di nav hewildaneke milî, civakî û siyasî de ye. Gor daxuyaniya serok Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê û PDKê, ji bona, ku hikûmet bi lez û zutir ava bibe, xebat tê kirin.

Wek tê zanîn li Iraqê û li Kurdistanê gelek mijar û pirsgirêkên sereke hene. Min li rêzên jorîn beşekî wan diyar kir.

PDKê divê gorî van mijaran û bi taybetî jî, ji bona ku îşgala Kerkukê dawî bê û pêvajoya Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bê meşandin, divê tifaq û koalîsyon çê bike.

Ew partiyên li dijî ssrxwebûna Kurdistanê ne û bûn sedem ku Kerkuk bê îşgal kirin, divê  di hikûmetê de cî negrin. Heger cî bigrin, wê demê avakirina hikûmeteke milî nabe.

Loma di bernameya Hikûmeta Kurdistanê de:

Wek  min rêzên jorîn jî diyar kir Hikûmeta Kurdistanê ya nû xebatên stratejîk yên girîng ve rû be rû ye.

*Hikûmeta Kurdistanê: Divê ji bona ku Hikûmeta Iraqê Dewleta Federal pêşve bixwe,

*Iraq demokratîze bibe, binpêkirina makezagonê ji holê rabe,

*Îşgala Kerkukê dawî bê,li Kerkukê referandûm bê li dar xistin,

*Ambargoya li ser Kurdistanê ji holê rabe,

*Di dewleta federal de îradeya cûdabûna miletan bike yasayî, encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bîne,

*Pêvajoya dewleta Kurdistanê bimeşîne,

*Li Kurdistanê rewşa civakî û aborî pêş bixwe, sîstema federe bi cî û cî bike, rewşa îdarî reformê bike.

Amed, 02. 11. 2018

Îbrahîm GUÇLU

 

Back to top button