DosyaVîdeo

Nêçîrvan Barzanî: Xewna PDK ji bo gelê Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî: Xewna PDK ji bo gelê Kurdistanê ye û xewnên me rewa ne, eger îro ew xewin pêk neyên dê sibe pêk werin.Nêçîrvan Barzanî:  Wek Serok Barzanî jî dibîje, em xwe ji kesî re naçemînin, lê ne tenê carekê 100 carî em xwe ji gelê Kurdistanê re diçemînin.       Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand: “PDK tê wateya Pêşmerge. Pêşmerge jî gelek qurbanî ji bo armanca PDKê dane. Ji ber vê jî berdewam PDK biser dikeve. We ji hemûyan re piştrast kir ku PDK pêşrew e û dê her pêşrew jî bimîne. PDK qet naşke û nakeve û dê her serkeftî be. Xewnên me rewa ne, eger îro ew xewin pêk neyên dê sibe pêk werin.”Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di çerçova çalakiyên propaganda hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de tevlî ahengekî mezin bû û axavtinek kir. Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de dibêje: got: “Piştgiriya PDKê bikin ji bo ku PDK paşeroja Kurdistanê birêve bibe. Bi piştevaniya we dê PDK bimîne partiya cihê herî baweriyê li Kurdistanê. PDK tê wateya Pêşmerge. Pêşmerge jî gelek qurbanî ji bo armanca PDKê dane. Ji ber vê jî berdewam PDK biser dikeve. We ji hemûyan re piştrast kir ku PDK pêşrew e û dê her pêşrew jî bimîne. Hûn pişta PDKê ne.”Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “PDK navê Kurdistanê û doza gelê Kurd li dinyayê belav kir. PDK bû ew partiya ku hişt neyarên me neçar bibin ku danûstandinan ligel me bikin. PDK tekane partiya siyasî ye li Rojhilata Navîn ku rojekê jî derew li xelkê xwe nekiriye. Me gelek caran berdêl û baca rastiya xwe daye. PDK qet naşke û nakeve û dê her ber bi serkeftinê ve biçe. Serkeftina PDK serkeftina Kurdistanê ye. Li Kurdistanê zindanên siyasî tune ne, ma li kîja welatên navçeyê ev azadiya ku li Kurdistanê tê dîtin, heye? Di paşerojê de jî em dixwazin civaka Kurdistanê bi awayekî pêş bikeve ku ti kes û aliyekî derve nikaribe bandoreke xerab lê bike. Divê dagîrkirn Kurdistanê ji neyaran re bibe xewnek û ew xewin jî bi wan re bê veşartin.”Berdewamiya axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: “Dengê xwe bidin PDKê ji bo aboriyeke bihêz û avedaniyeke mezin û ji bo mirovê Kurd di asteke mezintir debe, ji bo ku gelê Kurdistanê her pêşkeftî be. Piştrast bin ev kirîza aborî ya li Kurdistanê denkî ye û dê ew jî derbas bibe. Hebûna kesên nerazî li Kurdistanê nîşana hêviyên mezin e li Kurdistanê. Em şanaziyê bi xelkê xwe yên zindî dikin. Hinek alî berdewam hewl didin ku PDKê bişkînin, lê qet wê rojê nabînin. PDK hêza yekem e li Kurdistanê û bi piştevaniya gelê Kurdistanê dê PDK her hêza mezin û yek li Kurdistanê bimîne. Xewna PDK ji bo gelê Kurdistanê ye û xewnên me rewa ne, eger îro ew xewin pêk neyên dê sibe pêk werin. Kurdistan buheşta me ye û em nadin bi hemû dinyayê. Wek Serok Barzanî jî dibîje, em xwe ji kesî re naçemînin, lê ne tenê carekê 100 carî em xwe ji gelê Kurdistanê re diçemînin.”https://youtu.be/Lkwj44_gokw https://youtu.be/Ie_bn0Xr7Oc

Back to top button