Cîhan

Putin û Erdogan li Enqere civiyan

Serokê Rusya Putin duh piştî serdana Suriye kir û hevdîtinek li gel serokê rejima Suriye Esad re pêkanî şêv gihat Enqere û li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinek pêanî.Piştî hevdîtinê Erdogan û Putin behsa naveroka hevdîtinê kirin. Erdogan da xûyakirin ku, ew li gel Rusya di nava hemehengiyekê de ne û pêwendiyên wan gelek baş û dostanene.Erdogan di derbarê Îsrail de got: Di derbarê pirsa Qudsê de dîtinên me nêzik hevin.Wek din Erdogan got: Em di nava heftiyekî de kirîna fûzeyên S-400ji Rusya xilas dikin. Me rewşa Suriye nirxand emê demek nêz cardin werin ba hev û li Soçî ser vê pirsê biaxêvin.Serokê Rusya Putin gelek neaxêvî û di derbarê pirsa Qudsê de got: Divê statuya Qudsê di navbera Îsrail û Filistiniyan de bi diyalog û gotubêjê bê nirxandin.Tê zanin ku Putin nameyek ji Esad gihande Erdogan û Tirkiye û rejima Suriye nêzik hev dibe. Bi awayek din Rusya, Îran û Tirkiye li gel Esad hevkariyê bikin û pirsa Suriye jî bi wî awayî dixwazin çareser bikin.

Back to top button