Civak

4 milyon zarokên Suriyê li metirsiyêda ne

Li nûtirîn rapora rêxistina pizîşkên cîhanî de hatiye ku zarokên Suriye li encama dirêjahiya şer û pêkdadanên Suriye, berdewamiya wan navçeyan û nebûna dermanên dijî tuşbûn tuşî cûreyek li vîrosê îflîcî bûn. 

Berdevkê rêxistinê kongreyekî rojnamevanî de li Genev ragihand ku li encama çend taqîkirinê derketiye ku ew viruse bi tevahî li nav zarokan de belav bûye û egera veguhestinê jî ji navçeyek ji bo navçeyekî din geleke. Ji niha de zirara mezina pêkdadanên Sûriye bi rêjeya yekem zarokin ji bilî belavbuna nexweşiyê hejmareke mezin jî ji birçiyan dimirin.

Neteweyên Yekgirtiya jî hişdarî li metirsiya mezin li ser jiyana 4 milyon zarokên Sûrî daye, ku bi sedema nebûna xizmetguzariyên pêwîst li hundir yan jî li derveyê welat hemû tehdîda nexweşî û tuşbûna mirinê li ser wane.

Back to top button