Cîhan

Barzani pîrozbahî li Trump kir

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, serokê nû yê Amerika Donalt Trump pîroz kir.Ev jî peyama serokê Kurdistanê ji bo serokê nû yê Amerikaye. Gelek birêz Donald TrumpBi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikîn.Hêvîdarim li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêje ketiye ber zulmekî zêde û neçar buyîn bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bi navê azadiyê da xebatê bikîn. Niha jî li şerekî qurs û mezin dayîn li beranber terorîstên Da’îş ku rêxistineke terorîstî cîhaniye û li wê rêyê da jî me qurbaniyeke zêde daye.Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikîn ji bo wê yarmetî û piştevaniya bi me daye, li vê şerê dijî terorîstan, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê da. Hêvîxwazîn ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikîn û hêviya serkeftinê dixwazîn.Mesûd BarzanîHewlêr09.11.2016

Back to top button