Polîtîk

"3 aliyê Tirkiyê derya û 3 aliyê wê Kurdistane"

Hasip Kaplan Parlementerê Şirnexê yê BDP li hevpeyvîneke taybet de da zanîn ku 3 aliyê Tirkiyê deryaye Deryaya Reş, Spî û Ege û 3 aliyê wê jî Kurdistane û eve jî rastiya rojhilata navîne.

Parlementer Kaplan da zanîn ku li gel AKP ketine nava rêyeke bê vegera tarî û pêwîste ew êdî ronahiyê bibînin. Kaplan pêşhatên siyasiyên Suriyê jî nirxand û da zanîn ku divê dewleta Tirkiyê ji tirsan û gumanan rizgar bibe. 

Her wiha Hasip Kaplan got:3 aliyê Tirkiyê deryaye Deryaya Reş, Spî û Ege û 3 aliyê wê jî Kurdistane û eve jî rastiya rojhilata navîne. Eve 1000 sale li gel Kurdan dijîn û niha jî derfeta wan heye heta hezar salên din jî li gel Kurdan bi awayeke wekhevî û azad bijîn.

Back to top button