Kultur

2emîn festîvala Gola Wanê dest pê kir

Li bakûrê Kurdistanê, li bajarê Wanê 2emîn sestîvala xweza, çand û hunerê ya Gola Wanê, ku her sal ji aliyê şaredariyê ve tê sazkirin, dest bi îalakiyên xwe kir.

Merasîma vekirina festîvala Gola Wanê, ku dê 3 rojan bidome, bi lêdana erbanê û meşê  dest pê kir û piştre broşurên festîvalê di nav bajêr de hatin belavkirin. Di meşê û belavkirina broşuran de, şaredarê Wanê Bekir Kaya û cîgirên şaredar û rêveberên BDP yên Wanê jî beşdar bûn.

Li gelek deverên bajêr, afîş û posterên festîvalê hatin daliqandin û di gelek cihan de jî, pankartên “Bixêr Haitn”, bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.

Serê êvarê jî, dê li kelha Wanê, festival bi fermî dest pê bike. Di festîvalê de, panel, helbest û mûzîk, her wiha pêşangeh û şano û çalakiyên folklorî dê bên lidarxistin.

Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê, bo festîvalê hatine vexwendin.

Back to top button