Nivîsar

19ê Gulanê cejna çiye?

Dewleta dagirker ya Tirkî her sal di roja 19ê gulanê de çî pîroz dike?

Di 19ê Gulana 1919an de keştiya bi navê Bandirma ku ji paytexta dewleta Osmanî (Stenbolê) bi rê ketibû gihaştî bajarê Samsûnê. Tirk vê bûyerê wekî pêngava yekemîn ya tekoşîna rizgarî ya neteweyî pênase dikin û vê yekê her sal wekî cejnê pîroz dikin. Di eslê xwe de ev bûyer ji bo miletê xeyrîmuslîm û Kurdan despêka trajediyek gelek mezine. Mistefa Kemal (Atatirk) wekî mufettîşê artêşa Osmanî ya hêza 9êmîn ji aliyê İngilîza ve hatibû şandin. Wexta derbasî Samsûnê jî bû belgeya îzna dewleta Brîtanya di bêrîka wî de bû. Wexta Mistefa Kemal û hevalên xwe gihaştin Samsûnê li wê derê Nûreddîn paşa û çeteyên Topal Osmanî pêşwaziya wan kirin. Bihevre biryar stendin û li herema ku îro jê re “BahraReş” tê gotin destbi jenosîda Pontûsa kirin. Li gor lêkolîneran di vê jenosîdê de 353 hezar mirov hatine qetil kirin û bi hezaran cîh û war hatine wêran kirin û talan kirin.

Pîştî ku Tirkan bi serpereştiya Mistefa Kemalî, hêzên Nûreddîn paşa û çeteyên Topal Osman li beramberî Pontûsan “serkeftin” bi destxistin, yekser berê xwe dan Koçgirîyê û êrişî Kurdistanê kirin. Li Koçgirîyê bi taybetî çeteyên Topal Osmanî li beramberî gelê Kurd kiryarên gelek qirêj kirin.

Pîştî serhildana Koçgirî ku di pêşengiya Alîşan, Heydar û Elîşêr begê de despê kiribû têk çû, ji bo netewa Kurd pêvajoyek nuh û gelek dijwar despê kir. Ev pêvajo ji Dêrsimê, Agirî, Mahabadê heta Helepce û Roboskiyê û heta roja me jî her berdewa me.

Cejna ku dewlet û miletê Tirk pîroz dikin ev cejne!

Li ser xwîn, hestî û kelexên bi milyonan mirovên bêsûc û bêguneh direqisin û jenosîd, talan û kuştinên ku bav û kalên wan kirine pîroz dikin.

19.5.2020

Serhad Mêrdînî


Back to top button