Îroj

16'ê Rêbendan

16’ê Rêbendan

Di sala 1970’an û di rojekî wekê îroyê de Muammer El-Qeddafî bu Serokwezîrê Lîbyayê.

Muemer Qezafî an jî Muemer el-Qezafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu’ammar al-Qadhdhafi) di sala 1947’an de ji dayik bûye. Muemer Qezafî ji sala 1969an û bi vir de serokê welatê Lîbyayê ye.

Qaddafî di sala 1963’an de Beşa Dîrokî ya Fakulteya Hiqûqê qedand. Pişt ra destpê Akedemîya Leşkerî kir. Dema ku mezûn bû çûye Îngîlîstanê û di warê leşkeriyê de perwerdehî dît.

Di sala 1956’an de keta bin tesîra Nijadperestiya Ereba û tevlî tevgerên antî-siyonîst bû. Digel hevalên xwe yên dibistanê rêxistinek bi navê Tevgera Efserên Azad damezrand.

Qaddafî di sala 1969’an de bû serpel û digel Tevgera Efserên Azad li hemberê Qral Îdrîsî re darbeyek çêkir û ji xwe re rutbeya Mîr Alayê girt û bû serokê hêzên çekdarî. Di wan salan de pişta xwe da dewletên Ereba û daxwaza avakirina Sosyalîzma Kesk dikir.

Ji bo yekîtiya Ereban û digel welatên serbixwe li dijî nijadperestî û mêtingeriyê soza xebatan daye. Qaddafî di 7’ê Rezbera sala 1969’an de ji aliyê DYA’yê ve hate naskirin û Qrala Lîbyayê dev jê peywîrdariya xwe berda.

Qaddafî ji xwe re Cemal Abdulnasirê wek rehberek hesiband û reformên ku li Misirê hatine kirin dixwest li Lîbyayê jî pêkbîne. Di 16’ê Rêbendana sala 1970’an de Makezagona Nû hatiye amadekirin û erkên Wezareta Parastin û Serokwezîriyê girt ser xwe.

Dema ku bû Serokwezîrê Lîbyayê yekîneyên Îngîlîstanê ji welatê xwe derxist û şîrketên petrolê ji bo netewa xwe xebitand.

Dest avêt li ser mal û milkên Cihû û Îtalî û wan bi zorê ji welatê xwe derxist. Di dema dagirkirina Qibrisê de li dijî Emerîkayê derket û alîgerê Tirkiye bûbû.

Piştî mirina Cemal Abdulnasir xwest ku rola wî bigre ser xwe û li ser Ereban serokatî bike. Li hîn welatên Efrîqa û li welatên Ereban piştgiriya tevgerên çep kir û digel YKSS ( Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet) têkîliyên nêzîk saz kir.

Di salên 1982 û 1983’an de Serokatiya Rêxistina Yekîtiya Efrîqa kiriye. Qaddafî heta niha Serokwezîrtiya Lîbyayê kir û îro jî Serok Dewletê Libyayê ye.

Back to top button